Şewata li Licê hat vemirandin

  • 18:44 5 Tîrmeh 2025
  • Ekolojî
AMED – Şewata li navçeya Licê derketibû bi mudaxaleya ekîbên îtfayê hat vemirandin.
 
Li gundên Licê ya Amedê şewat  derketbiû. Li taxa Karahsan agirê derket gihişt gundên Cofitîn, Banê Dêran, Bamitnê û Fareqolê.  Ekîbên şaredariya bajarê mezin a Amedê û ya şaredariya Licê  û welatiyan mudaxale kirin û agir vemirandin. Xebatên sarkirina agir didomin.