
Dîmenên merasîma îmhakirina çekan hat parvekirin
- 12:59 11 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, tev li merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû. Dîmenên îmhakirina çekan hat parvekirin
“Koma Aştî û Civaka Demokratîk”, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çekên xwe îmha kir. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, Nedîm Seven, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş jî di komê de cih girtin.
Kom, 15 jê jin û 15 jî zilam bi giştî ji 30 kesan pêk dihat. Besê Hozat û Nedîm Seven pêşengtiya komê kirin.
Dîmenên merasîmê hat parvekirin.