
‘Banga Rêber Apo hemû Kurdistanê eleqeder dike’
- 09:07 14 Tîrmeh 2025
- Rojane
Nazlican Nûjin Yildiz
WAN - Hevseroka Însiyatîfa Gel a Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ayşe Efendî der barê banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got Rojava ji bo vê bangê amade ye û daxuyakirin ku divê azadiya fîzîkî ya Abdullan pêk bê. Ayşe Efendî der barê peyama bi dîmen a Abdullah Ocalan jî got ‘bila çavên gelê Kurd ronî be’.
Banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû cîhanê deng da. Di 9’ê Tîrmehê de Rêberê Gelê Kurd bangek nû kir û bi hemû gelên cîhanê re kelecan afirand. Hevseroka Însiyatîfa Gel a Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ayşe Efendî der barê banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got bi saya paradîgma Abdullah Ocalan pergalek nû li Rojava hatiye afirandin.
‘Banga 27’ê Sibatê destê ji bo aştiyê hatiye dirêjkirinê ye’
Ayşe Efendî da zanîn ku beriya 27’ê Sibatê gel 15’ê Sibatê de daketiye qadan û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxwaz kirine û got: “Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de bang kir. Nîşan da ku divê gelê Kurd hêviya xwe winda neke. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Gelê Kurd û Rêber Apo girêdayê hev in. Banga 27’ê Sibatê destê ji bo aştiyê hatiye dirêjkirinê ye."
‘Tecrîda li ser serokatiyê hîna didome’
Ayşe Efendî daxuyakirin ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û wiha dirêjî dayê: “Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin. Gel vê dipê. Tecrîda li ser serokatiyê hîna didome. Rêber Apo xwe azad kir, gel Rêber Apo azad kir. Çareseriya pirsgirêka Kurd tenê Bakurê Kurdistanê eleqder nake. Her çar parçeyê Kurdistanê û hemû cîhanê eleqeder dike. Divê her kes ji bo çareseriyê hewl bidin.”
‘Jin girêdayê Rêber Apo ne’
Ayşe Efendî da zanîn şoreşa Rojava bi xwe re şoreşa jinê aniye û ev nirxandin kir: “Di berxwedana Kobanê de YPG û YPJ’ê ev şoreş meşand. Hemû cîhanê deng da vê şoreşê. Her kesî xwest YPJ’iyan bibîne, xwestin bibînin ku YPJ çawa şer dike. Deng û rengê jinên Kurd xwe di berxwedana Kobanê de nîşan da. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê re hat nasîn. Jin girêdayê Rêber Apo ne. Li Rojava jin ji nûve derketin pêş.”
‘Gel ji bo her tiştî amade ye’
Ayşe Efendî balkişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a li ser gelê Rojava û wiha bi lêv kir: “Gelê Kurd, bi hezaran kes ji perwerdehiya Rêber Apo derbas bûn. Gelê Kurd ji bo banga Rêber Apo amade ye. Çi hewce bike gel amade ye ku vê bikin. Hemû cîhan li bende azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Azadiya Rêber Apo di rojeva hemû cîhanê de ye.”
‘Çavên me ronî’
Ayşe Efendî destnîşan kir ku ji ber banga bi dîmen a Abdullah Ocalan ya 9’ê Tîrmehê kêfxweş in û wiha dawî lê anî: “Çavên me ronî. Me Rêber Apo dît. Me başî û tendurisitya wî dît ku di cih de ye. Bila çavê gelê Kurd çavê hemû cîhanê ronî be.”