
‘Beramberê gava dîrokî divê azadiya Abdullah Ocalan pêk were’
- 20:05 16 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya rûniştinê ya ku ev 234 hefte li ber NY’ê tê lidarxistin de hate diyarkirin ku ruhê berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmehê berdewam dike û wiha hate gotin: "Li beramberî pênava Koma Aştî û Civaka Demokratîk, divê azadiya Rêber Apo were misogerkirin."
Çalakiya rûniştinê ya ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevreya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 234’an de didome.
Çalakiya vê hefteyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Osman Tekin ve hat kirin. Osman Tekîn diyar kir ku ruhê berxwedana dîrokî ya 14'ê Tîrmehê îro di çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jiyanî bûye.
'Li beramberê gava dîrokî divê azadiya Abdullah Ocalan pêk bê’
Osman Tekîn merasîma şewitandina çekan a ku di 11'ê Tîrmehê de ji aliyê Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan hate lidarxistin bi bîr xist û diyar kir ku divê Tirkiye jî li beramberî vê gava dîrokî gavan bavêje.
Osman Tekîn ev tişt anî ziman: "Divê dewleta Tirk ji vê derfeta dîrokî sûd werbigire û ne tenê şert û mercên xebata Rêber Apo baştir bike, di heman demê de azadiya wî ya fîzîkî jî misoger bike. Azadiya Rêber Apo mifteya aştî û çareseriya demokratîk e, hem ji bo gelên Tirkiyeyê û hem jî ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn stratejîk e. Heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê her Çarşemê li vê qadê bin û banga xwe ji civaka navneteweyî re dubare bikin. Çavkaniya berxwedana me îradeya gelê me ye. Ev îrade ti carî nayê teslîmgirtin."
Li dijî êrîşan banga navneteweyî
Di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser êrîşên zêdebûyî yên li dijî gelê Durzî li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê. Kurdistaniyan daxuyandin ku ev êrîşên etnîkî û olî wekî nayên qebûlkirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku tedbîrên lezgîn bigire. Di daxuyaniyê de hate gotin ku polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Durziyên li Siwêdayê, Êzidiyên li Şengalê, Kurdên li Rojava û Elewiyên li peravên Sûriyeyê dijîn encama heman polîtîkayên qirkirinê ne.
Piştî daxuyaniyê, çalakî heta saet 17:00’an dewam kir.