
Di komkujiya Pirsûsê de 10 sal in edalet pêk nehatiye
- 09:05 17 Tîrmeh 2025
- Hiqûq
Derya Ren
RIHA – Di komkujiya Pirûsê de ku DAIŞ’ê pêk anî 33 rêwiyên xeyalê, jiyana xwe ji dest dan û 10 sal in edalet pêk nehatiye.
Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi armanca pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re û bajarê ji ber şer hilweşiyaye ji nûve ava bikin, çûn navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Dema li ber Navenda Çanda Amara daxuyanî didan, DAIŞ’iyan êrîşa bombeyî pêk anîn. Di êrîşê de 33 rêwiyên xeyalê, jiyana xwe ji dest dan û 100 kesî zêdetir kes birîndar bûn.
Plana têkbirinê
Hikûmeta AKP’ê di 2014’an de plana têkbirinê xist dewrê û li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê êrîş û komkujiyên sîstematîk pêk hatin. Di 5’ê Hezîranê de li hember mîtînga HDP’a Amedê êrîşa bombeyî pêk hat, di 20’ê Tîrmehê de komkujiya Pirsûsê û di 10’ê Cotmehê de jî komkujiya Garê ya Enqereyê pêk hat.
Me bi hev re parast, em bi hev re ava dikin
Kobanê di 15’ê Îlona 2014’an de li dijî DAIŞ’ê ket berxwedanê û berxwedan 4 mehan berdewam kir û di 26’ê Çileya 2015’an de Kobanê ji çeteyan hat paqijkirin. Partiyên siyasî û rêxistinên çep-sosyalîst û parêzvanên maf li dijî hilweşînê bêdeng neman.
Di dema daxuyaniyê de komkujî
Ciwanên SGDF’ê ku bi dirûşmeya ‘Me bi hev re parast, em bi hev re ava dikin, pêlîstok, alav, pirtûk kom kirin û di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ji bo biçin Kobanê çûn Pirsûsê. Ciwanên li ber Navenda Çand û Hunerê ya Amara hatin gel hev daxuyaniyek dan. Di dema daxuyaniyê de bombeyekî zindî yê DAIŞ’î êrîş pêk anîn. 33 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 100’î zêdetir kes birîndar bûn.
33 rêwiyên xeyalê
Kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Ugur Ozkan, Kasim Deprem, Polen Unlu, Hatîce Ezgî Sadet, Cemil Yildiz, Çagdaş Aydin, Nazli Akyurek, Fîkriye Ece Dînç, Mucahit Erol, Murat Yurtgul, Emrullah Akhamur, Îsmet Şeker, Okan Pîrînç, Nartan Kiliç, Ferdane Kiliç, Serhat Devrîm, Met Alî Barutçu, Erdal Bozkurt, Suleyman Aksu, Koray Çapoglu, Cebraîl Gunebakan, Veysel Ozdemîr, Nazegul Boyraz, Alper Sapan, Alîcan Vural, Osman Çîçek, Vatan Budak, Dîlek Bozkurt, Buşra Mete, Yunus Emre Şen, Aydan Ezgi Şalci, Mehmet Ali Varol, Mert Comert.
Bi gaza îsotê êrîşî birîndaran kirin
Polîsên piştî komkujiyê li baxçeyê navendê barîkat ava kirin, pêşî li alîkariya kesên derdorê girt û bi gaza îsotê êrîşî birîndara kirin.
Gumanbar hatin parastin
Qeymeqamê pirsûsê Abdullah Çîftçî got gumanbarê komkujiyê jinek e. Lê rojek şûnde di encama DNA’yê de derket holê ku Abdurrahman Alagoz ê 20 salî yê DAIŞ’î ye. Di êrîşê de gumanbarekî din derket holê. Piştî êrîş derket holê ku Abdurrahman Alagoz bi Yunus Emre Alagoz re 6 meh in windaye, bavê wan du meh berê ji bo her du kurê xwe îxbar kiriye. Birayê gumanbar Yunus Emre Alagoş 3 meh şûnde di 10’ê Cotmehê de komkujiya Garê ya Enqereyê pêk anî.
Ji bo 33 canî 7 hezar û 500 TL
Di doza der barê tedbîrên ku der barê Abdurrahman Alagoz ku tevî îxbar der barê wî de hebû û tedbîr nehatine girtn de doz hat vekirin û Midûrê Emniyeta Pirsûsê Mehmet Yapalial hat darizandin. Di 9’ê Çileya 2017’an de li Mehmet Yapalial 7 hezar û 500 TL cezayê pere hat birîn.
Pêvajoya darazê
Yekemîn rûniştina dozê di 5’ê Gulana 2017’an de li Kampusa Girtîgeha Hîlwanê ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ve hat dîtin. Rûniştina biryarê jî di 22’ê Cotmeha 2021’ê de hat dîtin. Li gumanbar Yakup Şahîn 34 caran cezayê muebeta giran hat birîn û dosya hat girtin. Darizandina gumanbarên fîrarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali didome.
Ahmet Davutoglu ku ji bo DAIŞ’ê gotibû ‘komek ciwanên bi hêrs’ piştî ji AKP’ê veqetiya, pêvajoya hilbijartinê ya 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê nîşan da û daxuyaniya ‘Yên îro di mijara têkoşîna bi terorê re me rexne dikin, mijarên berê vebibin wê nikaribin derkevin nav mirovan’ kir û balkişandibû ser dema komkujî pêk hatine.
Heyeta dadgehê her tim gumanbar wek ‘gumanbarên fîrarî’ bi nav kir. Parêzer Sezîn Uçar der barê mijarê de gotibû divê têkiliyên navbera Şam û Enqereyê de bên rastkirin. Merciyên darazê di her derfetê de xwestin komkujiyê di tarîtiyê de bihêlin.
Malbat 10 sal in li edaletê digerin
Malbatê kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan tevî navberê de 10 sal derbas bûye jî di her platformê de daxwaza edaletê tînin ziman. Lêgerîna edaletê didome.