
Girtiya siyasî: Êrişên li hemberî Pexşan Ezîzî zêde bûne!
- 15:09 17 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Saye Sîdal têkildarî êrişên derûnî û fîzîkî yên li hemberî Pexşan Ezîzî hişyarî da û banga demildest rawestandina van êrîşan kir.
24’ê Hezîranê Îsraîlê Girtîgeha Evînê bombebaran kir. Piştre girtiyên siyasî yên li girtîgehê ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê hatin veguhestin. Ji wê rojê ve zext, gef û êşkenceya li beramberî girtiyên siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve zêdetir û tundtir bûye.
Girtiya siyasî Saye Sîdal ya li Girtîgeha Qerçek girtiye, têkildarî rewşa dawî ya Pexşan Ezîzî li ser rûpela xwe ya medyaya dijîtal a înstagramê peyamek belav kir.
Saye Sîdal ragihand ku Pexşan Ezîzî li girtîgehê di şeş mehên borî de bûye hedefa êrîşên sîstematîk ên derûnî û fîzîkî. Saye Sîdal got: “Ew bi cezayê darvekirinê hatiye cezakirin û tenê ‘du gav ji darvekirinê dûr e’. Gelo ev êrîş ji ku derê ve tên?”
Girtiya siyasî Saye Sîdal tekezî kir ku êdî dema ‘şermezarkirin û çavdêriyê’ derbas bûye; pêşîgirtina li her bûyerekek tundiyê karekî mirovî û yeksere.