ÎSÎG: 9 karkerên jin jiyana xwe ji dest dane

  • 14:00 8 Tebax 2025
  • Rojane
 
STENBOL - ÎSÎG’ê di rapora xwe ya meha Tîrmehê de aşkera kir ku 204 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), rapora xwe ya cînayetên kar a meha Tîrmehê aşkera kir. Li gorî raporê, di meha Tîrmehê de 204 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di raporê de hate destnîşankirin ku herî zêde karkeran li Stenbolê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û piraniya sedemên van cînayetan jî qezayên trafîkê, ketina ji bilindahiyê û eciqîn e. 
 
Bi domdarî hate gotin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dayin 195 jê mêr, 9 jê jin, 9 zarokên karker û 7 jî penaber in. 
 
Li gorî beşên kar jî ji karkerên jiyana xwe ji dest dane ji sedî 26 jê karkerên çandinî-daristanan, ji sedî 23 jê yên înşaat-rê, ji sedî 13 jê yên veguhestinê û ji sedî 5 jî karkerên cihên mayinê ne.