Li Kobanê komxebata ‘diyardeya xwekuştinê û rêbazên çareseriyê’

  • 20:02 10 Tebax 2025
  • Rojane

NAVENDA NÛÇEYAN- Mala Jinan a Kantona Firatê komxebatek li ser rêbazên bidawîkirina diyardeya xwekuştinê  û çareserkirina pirsgirêkên li hemberî jinan li dar xist.

Komxebat bi amadebûna bi dehan jinan li hola  Komîteya Lihevanînê ya li bajarê Kobanê pêk hat.Ji bo dîwanê endama rêveber a Mala Jinan Nesra Derwîş, Hevseroka Meclisa Edelatê ya Kantona Firatê Rewşen Haçim, rêveberên Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan Kamla Elî û Semîra Ehmed hatin hilbijartin.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, dûre Nesra Derwîş kar û xebatên Mala Jinan û rêbazên wê yên çareserkirina pirsgirêkan vegot. Rewşen Haçim der barê sedemên ku jinan neçarî xwekuştinê dikin de axivî û got: "Xwekuştin ji ber zextên psîkolojîk a li jiyana jinan tê kirin, weke mirovekî ku dawî li jiyana xwe tîne tê pênasekirin. Xwekuştin yek ji diyardeyên negatîf e ku civaka me dagir kiriye. Sedemên herî girîng ên xwekuştinê Nexweşiyên derûnî, nebaşî, xemsarî, nexweşiyên kesayetiyê ne û hwd."

Semîra Ehmed jî kar û xebatên rêxistina Sara pênase kir. Kamîla Elî jî rêbazên pêşîgirtina li pirsgirêkên li hemberî jinan destnîşan kir û got: "Bi rêya bihêzkirina rola jinan di guherîna civakî, pêkanîna rêgezên tevkariyê di biryardayînê de dikarin dawî li vê diyardeyê bînin."

Di komxebatên de beşdaran li ser diyardeyên xwekuştinê, pirjinanî, qetilkirin, cudekariya zayendî û zayedperastî nêrînên xwe anîn zimanê û rêbazên çareseriyê vegotin.Ji bo rêgirtina li pêşiya diyardeyên neyinî, hin rêbaz ku wekî encamnameya komxebatê hatin destnîşankirin.

Encamanme ji aliyê Nesra Derwîş ve hatin xwendin.

Nesra Derwîş bal kişand ser van xalan:

*Pêkanîna zagona malbatê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

*Ji bo pêşgirtina li madeyên hişbirê û şantaja elktronî divê semîner werin dayîn.

*Divê rêziknamya Mala Jinan bi jinan re were parvekirin û rola wan di civak û pergala komîn û meclisan de werin bihêzkirin.

*Kesên pêwistiya xwe bi dermankirina derûnî heye li navendên tiba derûnî bên destekdayîn.

*Mala Jinan û Rêxistina Sara wekî saziyên çareserkirina pirsgirêkên jinan werin dîtin.

*Der barê xetereya madeyên hişbirê de belavok werin belavkirin.

*Ji bo pêşîlêgirtina diyardeya xwekuştinê pêdivî pê hat dîtin ku ji aliyê Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve zagon bên dayîn.

*Bi armanca destekdayîna derûnî jî li dibistan û zanîngehan semîr werin dayîn.

*Şopandina rewşa jinên ku cara yekê serî li rêbazên xwekuştinê didin.

*Şopandina rewşa jinan ku bi sedemê cuda hatine girtin.

Komxebat bi dirûşmên "Bê Serok Jiyan nabe" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.