
ROJEVA 12'YÊ TEBAXA 2025'AN
- 09:00 12 Tebax 2025
- Rojev
* Pergala jiyana komîn di her serdemê de bi şêweyên cûda derdikevin holê, li dijî desthilatdariya otorîter wek modelek civakî ya alternatîf pêşketiye û li ser nirxên wekhevî, azadî û jiyana hevbeş hatiye sazkirin. DOSYA
*Xelkê herêmê bertek nîşanî bandorên neyînî yên operasyona madenê ya li navçeya Giyadînê dan û gotin, "Axa me ji me tê girtin, jîngehên me tên wêrankirin. Zirarek bêserûber hem li jîngehê û hem jî li tenduristiya giştî tê kirin. Gotegot hene ku ew ê di nav pênc salên pêş de 13 gundan ji holê rakin." DÎMEN HEYE
*Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan, bal kişand ser kuştina jinan û got: "Jinên ku ji bo gilîkirinê berê xwe didin qerekolan paşve tên vegerandin û ev yek rê li ber kuştin û şîdetê vedike. Îktîdara siyasî li hemberî jinan şerek daye destpêkirin." BI DÎMEN
*Eylem Karadûman ku li Gimgimê bi xwişka xwe re terzîtiyê dike, pêvajoya destpêkirina karê xwe û tiştên ku wê di vê pêvajoyê de dîtiye vegot. DÎMEN HEYE