Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin

  • 17:35 13 Tebax 2025
  • Rojane
MÊRDÎN - Jina bi navê M.Ş. ku li Mêrdînê nû ji girtîgehê derket, ji ber ku daxwaza “were emniyetê” ya şexsekê ji xwe re digot polîs red kir, heqaret lê hatin kirin. M.Ş., serî li ÎHD’ê da. 
 
Welatiya bi navê M.Ş. ku li navçeya Artuklu ya Mêrdînê dimîne û nû ji girtîgehê derketiye, ji ber ku daxwaza “were emniyetê” ya kesekê xwe weke polîs daye naskirin red kir, rastî heqaretan hat. M.Ş., serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê da û daxwaza piştgiriya hiqûqî kir. 
 
Serî li ÎHD'ê da
 
Jina ciwan di serlêdana xwe ya bo ÎHD’ê de wiha got: “Kesekî li ser hejmara telefonê ya 0506....telefona min kir û got ji emniyetê digere û îmzeya min heye. Got ku dê dosyaya min bişînin Enqereyê. Xwest ez biçim emniyeta li xaçerêya Qoserê. Got ku dê bi wesayîtê min li ber derî bigire. Min jî jê re got ‘temam’, min telefon girt û li parêzerê xwe geriyam. Parêzerê min got ku neçe û heke dîsa bigere jê re bibêje dê tevî parêzerê xwe biçim. Li ser vê yekê bi gotinên ‘Jina bêmejî karê min bi te heye ez ê bi parêzerê te re hevdîtinê nekim. Ez ê te dîsa bibînim.’ heqaret kir. Dema min jê re gotî dê neçim emniyetê, heqaretên xwe domand. Min jî telefon girt û rewş ji parêzerê xwe re vegot.”