Di rêya heqîqetê de, ber bi civaka azad ve (1)

  • 09:07 18 Tebax 2025
  • Dosya
 
 
Ji aliyê zîhniyeta serdest ve surgunkirina jinan a ji qada gelemperî
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Avabûna dewletê ji bi awayekî sîstematîk bi durxistina jinan a ji qada gelemperî û siyasî pêş ket. Nirxandina Abdullah Ocalan , karekterê serdestiya mêr a dewletê bi aliyên îdeolojîk û dîrokî datîne holê.
 
Dîroka dewletê ne tenê dîroka desthilatdariyê ye. Di heman demê de dîroka çewisandin û durxistina jinê ye. Bi parçekirina jiyana komunal re, serdestiya mêr xwe di forma dewletê de ava kir û di vê pêvajoyê d ejin ji qada gelemperî dur xistin.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di perspektîfa ku şand ji 12’emîn Kongreya PKK’ê re, di bin sernavê ‘Di civaka dîrokê de dewet û komun’ de vê pêşketinê wek nokteya şikestina azadiya jinê,  digire dest. Nirxandina Abdullah Ocalan, bi perspektîfa azadiya jinan balê dikşîne ser zayenda dewletê û li dijî vê jî alternatîfên azadiyê ji nîqaşên re vedike.
 
Di vê beşa dosya xwe de em bandora pêvajoya avabûna dewletan a li ser jinan di alî dîrokî, îdeolojîk û teorîk de digirin dest.
 
Avabûna dewletê
 
Avabûna dewletê ne tenê navendîbûna desthilatdariyê, di heman demê de durxistina jinan a ji qada gelemperî ye û çewisandina jinan jî anî. Adullah Ocalan Ocalan di perspektÎfa xwe ya pêşkêşî kongreya PKK’ê kir de, di bin sernavê ‘dewlet û komun’ de vê wek nokteya krîtîk a di alî têkoşîna azadiya jinan de digire dest. Li gorî Abdullha Ocalan dewlet ne serdestiya çînî ye, navenda serdestiya zayendî ye.
 
Esasa zayendperest a desthilatdariyê
 
Di civakên beriya dewletan de jin  li her qada jiyanê xwedî rolek girîn û damezerîner bûn. Bi taybet di civakên dayik-jin de jin di her asta biryarên civakî de navend bûn. Lê bi dewletbûnê re ev hat parçekirin û jin di pergala serdest ya mêr de tenê di nava malbatê de hat bicihkirin.
Abdullah Ocalan vê pêvajoyê wek ‘durxistina jinan a ji civakê’ bi nav dike û diyar dike ku ev durxistin di heman demê de tê wateya çewisandina kapasîteya demokratîk.
 
Avakirina dewletê
 
Teoriya femînîst modern, diyar dike ku dewlet ne tenê alavek bê alî ya îdarî ye, di heman demê de veguhezkarê çanda serdest ya mêr e. Li gorî Carol Pateman, welatîbûna modern li ser peyaman mêr a jinan dur dixe teşe dibe.
 
Di analîza nivîskar Sîlvîa Federîcî jî  patriyarka û kapîtalîzm di nav hev de ne. Dewlet wek damezrînerê vê tifaqê keda jinan nabîne, bedena jinan dike bin kontrolê.
 
Berhema zîhniyeta serdest
 
Hem teoriyên femînîst hem jî perspektîfa azadiya jinan ya Abdullah Ocalan bersiv dide vê pirsê: Zayenda dewletê mêr e. Ji ber dewlet bi zîhniyeta serdest ya mêr dertê holê.
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku dewlet ne tenê mekanîzma zextê ya çînî ye, di heman demê de rewşa şênber a zîhniyeta mêr diparêze.
Jin ji qada gelemperî tên durxistin û li qada taybet tê hepskirin. Di nava malbatê de bi kodê mahremiyetê di qada taybet de tên bicihkirin. Malbat di dewleta modern de dibe dewleta biçûk a welatiyên mêr; jin di vê sazbûnê de nayên dîtin û hemû kar û barên vê jî li ser jinan hatiye hiştin.
 
Dîtina alternatîfan
 
Pêşniyara çarsreiyê ya Abdullah Ocalan, li dijî dewletê alternatîf civakîbûn e; yanî avakirina jiyana komuna e . Di vê modelê de jin tenê nayên dîtin di heman demê de dibin kirde û aktorên damezrîner.  Şerta esas a civaka demokratîk, azadiya jina ye.