Bi girseyî çûn serdana şîna Edîbe Ozel

  • 16:18 18 Tebax 2025
  • Rojane
WAN - TJA jî di nav de gelek rêxistinên jinan serdana şîna Edîbe Ozel a ku bi guman jiyana xwe ji dest dayî kirin û diyar kirin ku dê nêz ve dozê bişopînin. 
 
Li gundê Zirkevk a navçeya Elbaka Wanê Edîbe Ozel a 45 salî duh serê sibê li malê mirî hat dîtin. Şîna ku li taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê ya Wanê hat danîn bi girseyî serdan tê kirin. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, Platforma Jinan a Wanê, Tora Wanê ya Li Dijî Tundiyê, Komeleya Jinan a Star, Meclîsa Jinan a DBP'ê, endamên meclîsên Şaredariya Rêya Armûşê û gelek jin bi girseyî çûn serdana şînê kirin. 
 
Jinan di serdanê de diyar kirin ku dê mirina bi guman a Edîbe Ozel dê nêz ve bişopînin