
Li dijî projeya ku bandorek neyînî li jiyan û xwezayê dike bertek
- 09:05 7 Îlon 2025
- Ekolojî
Nazlican Nujîn Yildiz
WAN-Tê plankirinkirin ku li ser qadeke 374 hektarî ya di sînorê Westan û Artemêtê de ye projeya tesîsê bê çêkirin. Jinan bertek nîşanê projeyê dan û gotin ji ber projeyê wê koçber bibin û got wê bandorek cidî li xwezayê bibe. Jinan wiha got: “Em ê heta dawî têbikoşin. Wê jin wê qadê nedin tu kesî.”
Li taxa Îrç a girêdayê Westan a Wanê tê xwsestin ku 4 tesîsên sanayiyê ya bi navê ‘projeya Herêma Organîze Sanayî ya Îhtîsas Besî ya Xwe Dispêre Çandiniyê ya Wanê) bê avakirin. Di projeya ku piştî hilbijartinên 2019’an de bi tayînkirina qeyûman re bingehê wê hat avakirin de, Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê (VANTSO), Borsaya Bazirganiya Wanê, Yekitiya Hilberînerên Goşt a Wanê, Yekitiya Gîhandina Sewalan, Serokatiya Kodînasyon û Şopandinê ya Razemeniya Wanê jî wek damezrîner cih digirin. Tê plankirin ku li ser 374 hektar qadî ya di sînorê Westan û Artemêtê de ye 186 kargeriyên dewar, tesîsa entegreya goşt, tesîsa biyogaz, fabrîqeya êm û tesîsa çerm bê avakirin. Lê welatî diyar dikin ku wê ev bandorek neyînî li ser jiyana wan bike.
Çend mijarên ku bi awayekî neyînî wê bandor bikin û okolojîstan jî îfade kirine wiha ne:
*Biyogaz a tê hilberandin wê bandorek neyînî li derdorê bike
*Fabrîqeya çerm wê bîhnek nebaş bide
*Di fabrîqeya çerm de ku wê madeyên kîmyewî bên bikaranîn de, wê av û derdor bi neyînî bandor bibe
*Wê kargeriyên biçûk yên sewalan ên herêmê biqedin
*Wê berhemên goşt û şîr bibin tekel
*Wê xurekên sewalan yên organîk bi neyînî bandor bibin
Welatiyên çarçoveya projeyê fêr bûn ji bo betalkirina projeyê bi EKO-DER’ê re kampanya îmzeyan da destpêkirin.
‘Em koçber dibin’
Salîha Înanç da zanîn ku ew tesîsê naxwazin û got: “Di rewşa tesîs bê çêkirin de em ê koçber bibin. Bîhna tesîsê me ji vir bike. Em naxwazin biçin. Nifûsa gundê me zêde ye. Wê gundên derdorê jî zirarê bibînin. Li vir nêzî du sed malî hene. Wê bi ku de biçin? Em nikarin biçin bajaran. Em naxwazin ev proje pêk bê. Wê zirarê bide me. Ev gundê me ye. Warê me ye. Erdên me ne. Agahiya me ji projeyê tunebû. Divê ev proje bê betalkirin.”
‘Em jin li dijî vê projeyê ne’
Reyhan Înanç jî destnîşan kir ku ew li gundê xwe vê projeyê naxwazin û wiha bi lêv kir: “Bi avakirina tesîsê re em ê nikaribin li vir bimînin. Em ê bi ku de biçin? Cihekî em biçin tuneye. Em ê perîşan bibin. Em naxwazin. Em li dijî projeyê ne. Em jin li dijî vê projeyê ne. Em destur nedin vê projeyê.”
‘Dixwazin me bişînin’
Elîf Înanç jî diyar kir ku ew vê projeyê qebûl nakin û wê destur nadin çêkirina tesîsê. Elîf Înanç di berdewamiyê de got hewldana wan eve ku wan ji axa wan bikinû got bila dest ji ser wan bikşînin û axa xwe nadin tu kesî.
‘Em qebûl nakin’
Hacer Ozdemîr jî wiha got: “Bila zirarê nedin gundê me. Em ji ber vê projeyê wê bê av bimînin. Em ê bi ku de biçin? Em daxwazin dest bidin ser gundê me. Zarokên me ji ber betalî ji vir çûn. Em dixwazin vegerin lê ev proje hebe em ê ji bîhna li vir nesekinin. Bila axa me ava me negirin. Em qebûl nakin.”