
Amnesty: Divê Şerîfe Mihemedî were berdan
- 15:16 13 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxa Rêxistina Efûya Navneteweyî (AMNESTY) ya li Awistiryayê çalakiyên Şerîfe Mihemedî weke çalakiyên aştiyane bi nav kir û daxwaza berdana wê kir.
Kampanyaya Parastinê ya girtiya siyasî Şerîfe Mihemed derbarê helwesta şaxa Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty) ya li Awistiryayê a debarê Şerîfe Mihemedî de daxuyaniyek belav kir.
Li gorî kampanyayê Şaxa Rêxistina Efûya Navneteweyî (AMNESTY) ya li Awistiryayê, çalakiyên Şerîfe Mihemedî weke çalakiyên aştiyane bi nav kiriye û gotiye; “Çalakiyên wê ne sucin, hemû jî ji bo mafê jinan û karkeranin. Lê niha ew rûbiruyî gefa darvekirinê hatiye.”
Kampanyayê ragihand ku Rêxistina Efûyê bang li civaka navneteweyî kiriye da ku ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî îmzeyan kom bikin û helwesta xwe nîşan bidin.
Kampanyayê da zanîn ku rêxistinê xwestiye demek ji ya din zûtir cezayê Şerîfe were hilweşandin û bê şert û merc azad bibe.
Şerîfe Mihemedî
Di 5’ê Kanûna 2023’yan de Şerîfe Mihemedî li mala xwe ya li bajarê Reşt ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaetê (îstixbarat) ve bêy fermana dadwer hate binçavkirin. Şerîfe Mihemedî şandin girtîgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê. Li wê derê hat xistina hucreya takekesî û di dema lêpirsînê de êşkenceya fîzîkî û derûnî lê hat kirin. Rê nehat dayîn li gel malbat û parêzerên xwe de hevdîtinê bike, piştre jî ji bo girtîgeha Lakan a bajarê Reşt hat veguhestin.
Doza Şerîfe Mihemedî ji aliyê şaxa yekem ya Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar ve hate lêkolînkirin. Di 4’ê Tîrmeha 2024’an de bi tometa (derketina dijî desthilatê) cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 16’ê Tebaxa 2025’an de jî ev ceza ji aliyê şaxa 39 ya Dadgeha Bilind ya Îranê ve bi temamî hate erê kirin.