Li Girkê Legê Konferansa Komînan

  • 16:24 13 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Konferansa Komînên Girkê Legê de nekanîzmeya xebatên komînan û pirsigrêkên li pêşiya xebatên wan hatin nîqaşkirin. Ji bo pêşxistina kar jî pêşniyar hatin kirin.
 
Li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê konfernasa komînan hat lidarxistin. Hevserokên komînan ên bajar û gundewarê Girkê Legê, nûnerên pêkhateyên bajêr, rêveber û endamên saziyên Rêveberiya Xweser û rûspiyên eşîran beşdarî konferansê bûn.
 
Di konferansê de bendê taybet ê têkildarî komînan ê di Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zimanên Erebî û Kurdî ji aliyê Nesrîn Zahir û Akif Sebrî ve hat xwendin.
 
Beşdaran jî der barê xebatên komînan û pirsgirêkên ku li pêşiya wan derdikevin nêrînên xwe anîn ziman.
 
Beşdaran diyar kir ku divê tevahî komîteyên komînan werin aktîfkirin û li gorî pêdiviyên rewşa heyî sazûmaniya komînan were nûkirin.
 
Hate gotin ku divê beşdariya jin û ciwanna di xebatên komînan de were zêdekirin û têgeha komînan derbasî bernameyên fêrkirin û çandî were kirin.
 
Di nîqaşên beşdaran de pirsgirêkên rêxistinî û mekanîzmeya xebata rojane ya komînan hatin nîqaşkirin. Hate diyarkirin ku divê sûd ji ezmûnan were girtin da ku proformansa xebata civakî were pêşxistin. Girîngiya beşdariya endamên saziyên Rêveberiya Xweser di xebatên komînan de hat vegotin û hate diyarkirin ku divê di navbera hemû komînan de hemahengî hebe da ku mekanîzmeya xebatê yek be û ezmûnên di navbera komînên bajar  û gundan de were parvekirin.
 
Pêşniyarên di konferansê de hatin kirin wê di konferansa giştî ya li ser asta kantona Cizîrê de were nîqaşkirin. Di konferansa giştî de dê ji bo yekkirina mekanîzmeya xebatên komînan di sîstema Rêveberiya Xweser de biryar were dayîn.
 
Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek der barê xebatên komîn û meclisan de li dar xistibû. Di 28’ê Hezîrana îsal de jî biryar da ku xebatên komîn û meclisan ji nû ve werin sererastkirin.