Li Rihayê çalakiyên 25'ê Mijdarê

  • 12:16 8 Mijdar 2025
  • Rojane
 
RIHA - Li Rihayê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de bernameyek hat li darxistin û hat diyar kirin ku li dijî kuştin û tundiyê dê têbikoşin. 
 
Li Rihayê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê bernameyek hat lidarxistin. 
 
Li Rihayê bi tevlîbûna hevşaredaran esnafên jin hatin ziyaretkirin, derbarê wateya rojê de axaftin hatin kirin. Jinan di bernameyê de dirûşma “Bijî berxwedana jinan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Piştî serdana esnafan jinan heta Parka 4'ê Nîsanê meşiyan. Dû re Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram a ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin axivî û bal kişand ser rojê û silav ji Fîgen, Leyla, Ayşeyê re şand. Saniye Bayram, diyar kir ku ku li dijî tundiyê dê bê navber têbikoşin. 
 
Bername bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.