
Pirsgirêka Kurd û têkoşîna civaka demokratîk
- 09:06 14 Gulan 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu da zanîn ku xebatên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd didome û nîqaşên divê hevdîtin berê xwe bidin avakirina pêvajoya civaka demokratîk û veguherîna civakî, dimeşînin.
Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meclîsa jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji 3’yê Adarê de der barê mijarê de xebatên xwe yên li qadan dimeşînin. Xebatên bi pêşengiya Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu hatin destpêkirin ya dawî di 10’ê Gulanê de li Îzmîrê bi jinên Elewî re hat kirin. Halîde Turkoglu da zanîn ku divê ji bo civakek demokratîk xeta têkoşîna hevpar bê avakirin û got daxwazên jinan hîmekî xurt a civakek wekhev ava dike.
‘Divê welat demokratîk bibe’
Halîde Turkoglu daxuyakirin ku bi jinên partiyên siyasî û saziyan re, bi platformên jinan re hatine gel hev û wiha dirêjî dayê: “Em li ser girîngiya çareseriya pirsgirêka Kurd sekînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê welat demokratîk bibe. Ji bo pirsgirêk bên çareserkirin divê mijara demokratîkbûna welat esas bê girtin.”
‘Pirsgirêk ji rejîma netew dewletan pêk tê’
Halîde Turkoglu wiha dirêjî dayê: “Di hevdîtinan de pisgirêkên ku jin dijîn û xeta têkoşîna li dijî vê hatin nîqaşkirin. Em Kurd bi rejîmeke înkarê ya sedsalî re rû bi rû ne. Di vî sedaslî de gel hatine înakirin. Pirsgirêka Kurd û pisgirêkên din ji netew dewletan pêk tên.Yek ji aliyên tên înkarkirina jinên Elewîne. Di hevdîtinan de çareseriya pirsgirêka Kurd hat axaftin û di vê nokteyê de jî nîqaşên ku her jinek divê bi nasnameya xwe tahayul bibe hat axaftin.”
‘Bang ne tenê ji bo Kurdan e’
Halîde Turkoglu da zanîn ku banga aştî û civaka demokratîk ne tenê ji bo Kurdane û wiha pê de çû: “Guherîn tenê bi dewlet an jî desthilatdarî nikare bê dest girtin. Ji bo ev mijar civakî bibe meclîsa jinan a DEM Partiyê diçe her derê û bi qadên têkoşîna piralî re tê gel hev. Xebatên qadê dimeşînin û bi serdanên saziyan re têkiliyên dîplomatîk pêş dixîne. Ewil bi xebatek navendî dest pê kir. Di qadên demokrasiya herêmî de rêxistinbûn ji bo me girîng e. Ji ber bi siyaseteke navendî ev nîqaş nikarin bên meşandin.”
‘Em ewl didin mijara welatîbûna wekhev bihûnin’
Halîde Turkoglu daxuyakirin ku ligel nîqaşên demokrasiya herêmî ya navendî, dixwazi bi jinan re vê nîqaş bikin û wiha bi lêv kir: “Ev hewldan bi hevdîtinên saziyên jinan re xurt dibin. Em li navendê van xebatan dimeşînin ligel vê em bi gelek saziyan re komeleyên jinan re tên ge hev. Komeleyê jinan yên Elewî jî parçeyek vê ne. Berê jî me li Meletî û Dêrsîmê hevdîtin kirin. Niha Em li Îzmîrê hatin gel hev lê ev wê bi Îzmîrê sînor nemîne.Em bi hemû kesên ku mijara jinê ji xwe re dike derd wê xeta xebata hevpar ava bikin.Rola jinan a di avakirina aştî û civaka demokratîk de roj bi roj xurt dibe. Di vê pêvajoyê de hevdîtinên hatine kirin gelek girîng û bi nirxin.”
Halîde Turkoglu wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xebatên tên meşandin roj bi roj zêdetir xwedî lê tê derketin. Jin zêdetir xwedî lê derdikevin.Ev eleqe jî kirdebûna jinan a di pêvajoyê de xurt dike. Xebatên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd didomin. Nîqaşên divê hevdîtin berê xwe bidin avakirina pêvajoya civaka demokratîk û veguherîna civakî, tên meşandin.”