'Gelê Kurd xwedîyê dîrok, destkeftî, îdeolojî û hêzê ye'

  • 09:09 14 Gulan 2025
  • Rojane
Elfazi Toral
 
STENBOL - Fatma Înce ya ji SODAP'ê bal kişand ser Kongreya 12'emîn a PKK'ê û got, "Em bi helwesta îdeolojîk û siyasî ya 50 salî ya tevgera Kurd hatine van rojan. Me dît ku bi kombûna tevgera azadiya Kurd re di têkoşîna aştiyê ya bi rûmet de serdemek û qonaxek nû hatiye. Em ê bi têkoşîna hevpar a gelan pêşerojek demokratîk û sosyalîst ava bikin."
 
Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de, PKK'ê 12'emîn Kongreya Awarte ya PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li du herêmên cuda bi hevdemî û paralel li dar xist. Danezana dawî ya PKK'ê di 12'ê Gulanê de bi raya giştî re hate parvekirin. Di encama biryarên hatine girtin de, gelek caran hate gotin ku têkoşîn bi dawî nebûye, lê veguheriye têkoşîneke civakî û hat gotin "Em bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, civakên olî û baweriyan, rêxistinên çapemeniya demokratîk, pêşengên raya giştî, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, sendîkayên karker, rêxistinên jin û ciwanan û tevgerên ekolojîk dikin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe û beşdarî pêvajoya aştî û civaka demokratîk bibin."
 
Fatma Înce, endama desteya rêvebir a Platforma Hevgirtina Sosyalîst (SODAP), li ser biryarên Kongreyê û rol û mîsyona ku dikeve ser milê her kesî axivî.
 
Fatma Înce diyar kir ku di vê pêvajoyê de hevsengiyên herêmî pir girîng in û got ku berhevkirina têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd "pir watedar" e. Fatma Înce bal kişand ser Kongreya 12'emîn a PKK'ê ku hat lidarxistin û got, "Me dît ku di têkoşîna aştiyê ya bi rûmet de serdemek û qonaxek nû hatiye. Wekî Platforma Hevgirtina Sosyalîst, em ê hewl bidin ku hemî erk û berpirsiyariyên ku di warê avakirina vê serdemê de dikevin ser milê me bicîh bînin. Werin em soz bidin ku ji vir bi hev re têkoşînê bilind bikin. Gelê Kurd bi paşxaneya xwe ya dîrokî û siyaseta xwe bersiv da siyaseta îmha û hilweşînê ya li dijî tevgera Kurd. Ez difikirim ku em bi helwestek îdeolojîk li dijî van hemî polîtîkayan hatine vê rojê. Em difikirin ku paşxaneya dîrokî û avakirina îdeolojîk a tevgera Kurd pir girîng e. Em destkeftiyên kevneşopiyek 50 salî pir bi qîmet dibînin. Li hember bedelên ku 50 salan daye, destkeftiyên mezin bi dest xistiye. Ji bo gelê Kurd girîng e ku xwe wekî rastiyek gel ava bike û xwe biafirîne. Em pêvajoya aştiyê ya bi rûmet a gelê Kurd silav dikin."
 
'Erkên girîng dikevin ser her beşê bindest'
 
Fatma Înce bi lêv kir ku divê gav bên avêtin û wiha got:"Em banga avakirina civakek demokratîk pir girîng dibînin. Di warê demokratîkbûnê de, erkên girîng dikevin ser her beşê bindest. Em vê yekê wekî pêvajoyek têkoşînê dibînin. Bi têkoşîna hevpar a gel, pêşerojek demokratîk dê were avakirin. Ji bo me, divê gav bi lez werin avêtin û tiştên ku divê werin kirin divê werin pratîk kirin da ku ev pêvajo bi ser bikeve. Girtiyên siyasî divê werin berdan. Divê mafê me yê dengdan û hilbijartinê were pratîk kirin û divê pratîkên qeyûm bi dawî bibin. Em dizanin ku aştî dê bi têkoşîna bi rûmet a hemî muxalefeta civakî, tevgera Kurd, ciwanan, jinan û çîna karker were. Ji bo vê yekê zemînek hatiye çêkirin."
 
'Têkoşîna hevpar gelekî girîng e'
 
Fatma Înce bal kişand ser rol û mîsyona ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye ser milê xwe û got, "Hem warê gotina ku Birêz Abdullah Ocalan de kir û hem jî di danezana dawî ya kongreyê de girîngiya birêz Abdullah Ocalan a li ser sosyalîzmê gelekî bi nirx bû." Fatma Înce, anî ziman ku ew ê bi hemû gelan re pêşerojeke demokratîk û sosyalîst ava bikin û got ku li vir berpirsyariyeke mezin a Meclîsê jî heye." Fatma Înce  wiha berdewam kır, "Ji bo avakirina pêvajoya aştiyê rol û mîsyona Meclîsê girîng e. Meclîs ji aliyê hikûmetê ve dikare bê aktîfkirin. Wê girîng be ku hêzên muxalefeta civakî daxwazên xwe li wir nîşan bidin."
 
'Em ê bi têkoşîna hevpar a gelan bi ser kevin'
 
Fatma Înce, anî ziman ku ev pêvajo ne "tasfiyekirin" e û wiha dewam kir: "Ev pêvajo nikare bibe tasfiyekirin an jî zemîneke ku hêza gelê Kurd xurt bike. Nirxên bi vî rengî hene. Dibe ku di nava gelan de dudiliyek hebe. Fikirkira bi vî rengî perspektîfa nenasnekirin û fêmnekirina rabirdûyê ye. zemîna têkoşînê, îdeolojiya rêxistinbûyî ya tevgera Kurd, îdeolojiya heyî ya siyasî û gelê Kurd ava dike. Civaka demokratîk û têkoşîna aşitiyê pêvajoyên dînamîk ên ku hevdû didin xwarin, ji bo ku em vê yekê pêk bînin, hemû komên mûxalîf ên li van xakan, tevgera jinê, tevgera elewî û tevgera sosyalîst a çep xwedî rol û mîsyon in. 50 sal in xwedî kombûneke dîrokî, destkeftî û hêza xwe ya rêxistinî ne, ji niha û pê de jî emê hêza xwe li ser zemîneke cuda bi têkoşîna hevpar xurt bikin."