
Endama Koordînasyona Kongra Star: Hikûmeta Şamê jinan esas nagire
- 09:04 21 Gulan 2025
- Rojane
Dîlan Babat
SILÊMANÎ - Endama Kordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid da zanîn ku hikûmeta Şamê di qanûnan de cih nade jinan û got: “Ev qanûn jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên jinan temsîl nake. Heta mafê jinan di van qanûnan de tunebin ev qanûn me temsîl nakin.”
Rejîma Baasê ya li Sûriyeyê di 1963’yan de hat desthilatdariyê û desthilatdariya 61 salî di 8’ê Kanûna 2024’an de ji kontrola rejîmê derket û hilweşiya. Bi hatina HTŞ’ê re rêveberî hat girtin û ji wê rojê de ye bi qanûnên hatine derxistin li hember jinan bi awayekî fîîlî pêkanînên şerîatê pêk tên.
Poltîkayên jinan ên HTŞ’ê di dîtbariyê de modern û wek tevlibûna jinan a civakê teşwîq dike bê dîtin jî di pêkanînan zext û sînorkirinên cidî hene. Bi taybet jin di nûneriya siyasî û azadiya fikr û ramanê de bi astengiyan re tên rû hev.
Endama Kordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
Girîngiya yekîtiya jinan
Bêrîvan Xalid da zanîn ku ji bo tevli kongreya yekemîn a NADA'yê bibe hatiye vir û got 200 delege tevli kongreya NADA'yê bûne û wek gelê Rojava jî tevli vê kongreyê bûne. Berîvan Xalid wiha got: “Hêviya me ev e ku ev kongre bi encamên baş bidawî be. Jinan çawa li Sûriyeyê yekîtî ava kirin wê bi heman kelecan û modalê bi jinên vir re bibin yek û li cîhanê bibin mînak.”
‘Jin li her qadê di mekanîzmayên biryarê de ne’
Bêrîvan Xalid der barê rewşa Rojava de agahî da û got: “Bi pêşengya jinan şoreş pêk hat. Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez û gelekên din ligel hev dijîn. Jin li dijî êrîşên pergalê xwe rêxistin dikin û di jiyana xwe de vê pêk tînin. Ji perwerdehiyê bigirin heta aboriyê, hêza parastina cewherî ava dikin û ji bo mafên xwe têdikoşin. Komunan ava dikin û hewl didin jiyana hevpar ava bikin. Di hemû sazî û dezgeyên me de pergala hevserokatiyê heye. Jin tevli mekanîzmayên biryarê dibin û der barê maf û jiyana xwe de biryarê didin.”
‘Jin esas tên girtin’
Bêrîvan Xalid daxuyakirin ku bi qanûn û pêkanînên hikûmeta Şamê ya li hember gelan, li Sûriyeyê krîzek ava bûye û wiha domand: “Qanûn û pêkanînên hikûmeta Şamê li hember mafê jinan jî xetereyê bixwe re tîne. Sûriye dikeve pêvajoyek nû. Bi hatina HTŞ’ê re di biryarên rêveberiyan de jin tune ne. Di vê rêveberiyê de jin esas nayê girtin. Bi qanûnên derxistine cih nadin jinan. Ev qanûn jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên jinan temsîl nake. Heta mafê jinan di van qanûnan de tunebin ev qanûn me temsîl nakin.”