Îstasyonên şarjê yên kursiyên bi aku di xizmeta berastengan de ne

  • 09:33 21 Gulan 2025
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Peyasê, ji bo jiyana welatiyên berasteng hêsantir bike, gaveke girîng avêt. Gerînendetiya Xizmetên Berasteng û Kal û Pîran a Şaredariya Peyasê îstasyonên şarjê yên kursiyên elektrîkê li nuqteyên cuda yên bajêr bi cih kir.
 
Biryara Meclîsa Şaredariyê bi cih anîn
 
Civîna meha Nîsanê ya meclîsa şaredariyê ku biryara li cihên diyarkirî û guncav îstasyonên şarjê yên kursiyên elektrîkê li nuqteyên cuda yên bajêr bi cih bikin, stendibû pêk hat. Bi vê biryarê re hewl hat dayîn ku pirsgirêka veguhastinê ya welatiyên berasteng ên di jiyana rojane de rû bi rû ne, ji holê bê rakirin. 
 
Bi dirûşemeya 'Ji bo berastengan jiyanek nû pêkan e' tevgeriyan
 
Şaredariya Peyasê bi dirûşma "Ji bo berastengan jiyanek nû pêkan e" tevgeriya û biryar xist meriyetê. Di vê çarçoveyê de li 5 nokteyên cuda îstasyonên şarjê yên kursiyên elektirîkê bi cih kirin. Di nava cihên hatine diyarkirin de, li ber deriyê avahiyê ya Şaredariyê, li Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê, li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê, li Parka 75’an û Parka Rojava, îstasyonên şarjê yên kursiyên bi Aku hene.
 
Bi saya van îstasyonan, welatiyên berasteng ên kursiyên tekerên elektrîkê bi kar tînin, bêyî ku di dema xwe ya li derve de bi fikar bin, wê karibin li nuqteyên diyarkirî kursiyên bi teker ên elektrîkê şarj bikin.
 
Gerînendetiya Xizmetên Berasteng û Kal û Pîran a Şaredariya Peyasê da diyarkirin ku dê hewl bidin ji bo îstasyonên şarjê yên kursiyên elektrîkê li gelek nuqteyên din bê bi cih kirin.