Tulay Hatîmogûllari: Divê rêveberiyên herêmî bên bihêzkirin

  • 13:07 23 Gulan 2025
  • Rojane
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Amedê axivî û diyar kir ku hewceye qanûna tayînkirina qeyûman were betalkirin û rêveberiyên herêmî bên xurtkirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Jin jiyan e, jiyan xwebirêvebirin e. Jiyana azad ji nû ve ava dikin” li Navenda Kogreyê ya Çand Amedê civîna jinan a navberî ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, hevşaredarên ku qeyûm li şûna wan hatine tayînkirin û hevşaredarên din û endamên meclisên şaredariyan ên DEM Partiyî te li civînê bûn. Gelek jin bi cil û bergên Kurdî tev li civînê bûn. Li eywanê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî pankartên “Jin jiyan azadî” , “Jiyana azad civaka azad” , “Hevserokatî xeta me ya mor e” , “Bi vîna jinê ber bi bajarên azad ve” , “Demê cinîyan, îradeyê cinîyan” , “Em bi vîn û rêxistinbûna xweser li qadan in” , “Bi vîna jinê ber bi demokrasiya xwecihî ve” , “Pê îradeyê cinîyan ver bi bajaranê azadan” , “Gotina me neqediya; Em ê tundiyê bidin sekinandin” , “Ma bi îrade û rêxistinbîyayîşê xo waran ra yê” hatin daliqandin û jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî. Serra Bûcak, diyar kir ku di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û got: “Em dizanin ku jin kirdeya hemû xebatan e. Em hemû xebatên xwe bi vê perspektîfê dimeşînin. Em jin wiha hesan nehatin van rojan. Gelek ked û têkoşîn hate dayîn. Bila ev civîn ji xebatên me re bibe ronahî. Em ê di vê pêvajoya ku aştiya civakî ava bikin de qeyûman jî bişînin.”
 
‘Divê hevşaredar bên ser peywira xwe’ 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî qala dîroka rêveberiyên herêmî ya partiya xwe kir û destnîşan kir ku di dîroka têkoşîna jinan de gelek bedel hatine dayîn. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: “Em ji vir bang li feraseta qeyûman dikin. Di demeke ku aştiya civakî diaxivin de divê xebatên qeyûman bisekinînin. Divê qanûna ku qeyûman ji holê rake bê çêkirin û hevşaredarên ku gel hilbijartine werin ser peywira xwe. Ev mafê herî xwezayî yê gel e. Di van rojên ku em aştiyê diaxivin de divê dest ji vê rejîma qeyûman were berdan. Em niha dibînin ku li Tirkiyeyê jî qeyûm belav dibe. Em dizanin ku qeyûm tayînî gelek saziyan jî hate kirin. Em operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê rast nabînin. Îro pêla çaremin li dijî Stenbolê hate kirin. Em zihniyeta ku darazê weke çûv bikartîne nikarin qebûl bikin. Dema qeyûm hatin tayînkirin ewilî êrişî saziyên jinan kirin.”
 
‘Dê têkoşîna azadiyê bidome’
 
Tulay Hatîmogûllari qala xizaniya jinan jî kir û got: “Em ê destûr nedin ku dest bidin me û destkeftiyên me û em ê weke jin heta dawiyê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.” Tulay Hatîmogûllari her wiha behsa xebatên şaredariyên partiya xwe yên derbarê jinan de kir û ew xebat rêz kirin.
 
Banga Abdullah Ocalan
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Banga birêz Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Îro dema dîroka sed salan dinêrin di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û dibin şahidê pêvajoyeke dîrokî. Li cihekî ku bedena jinê tê firotin em baş dizanin ku aştî tê çi wateyê. Di vê mijarê de xebatên herî girîng ên ku em bikin ew e ku divê feraseta aştiyê û demokrasiyê bi pêş ve bibin. Divê li bajarên me hemû gel bi awayekî azad bijîn. Divê rêveberiyên xurt bên avakirin. Di demeke ku em aştiyê diaxivin de hewcehî bi axaftina van mijaran heye.”
 
Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe wiha qedand: “Di vê pêvajoyê de peywir dikeve ser milê Meclisê jî. Divê qanûna ku qeyûman ji holê rake demildest bê çêkirin. Di serî de dewlet, hemû desthilat xwedî berpirsyarî ye. Me jinan li ser vê axê gelek bedel dan. Êdî bes e em dibêjin aştî, yekane çareya me aştî ye.”
 
Civînê, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.