
Alenka Zupancic: Divê her kes xwedî li banga Ocalan derkeve
- 15:22 25 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Teorîsyena civakî û felsefevan Alenka Zupancic a ji Slovenyayê banga xwedî derketina li banga Rêberê Gelê Kurd ya 27’ê Sibatê kir.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê peyama piştgiriyê ya Alenka Zupancic a ji bo banga Rêberê Gelê Kurd ya Aştî û Civaka Demokratîk parve kir.
Alenka Zupancic yek ji damezrînerên Ekola Ljubljana Psikanaliz ku bandora Lacan lê serwer e. Di heman demê de weke lêkolînvaneke Nîetzsche tê naskirin. Peyama Alenka Zupancic bi vî rengî ye:
“Ez heya dawî piştgirî didim banga Rêberê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk û bang li hemû rewşenbîran dikim ku xwedî li banga Ocalan derbikevin.
Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê; yek ji wan suprîzan e ku cesaretê dide me da ku em di têkoşîna xwe de israr bikin.”