Hefteya Windayan: Doz dikevin ber demboriyê

  • 09:02 28 Gulan 2025
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED -Têkoşîna xizmên windayan 30 sal in didome. Suzan Mehmetoglu Aksoy diyar kir ku ‘hefteya windayan’ encama têkoşîna li dijî bi zor windakirinan e.
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji 1995’an heta niha her sal di navbera 17-31’ê Gulanê de di ‘Hefteya windayan’' de çalakî û bernameyên cur bi cur pêk tînin. Xizmên windayan 30 sal in têkoşîna ji bo windayan didin. Yek ji navendên ku ev daxwaz bilind dibe Dayikên Şemiyê yên li Stenbolê ne û di hefteya 1052’an de ne. Ya li Amedê jî ji ailyê xizmên windayan ve di hefteya 850’yî de didome.
 
Cîgira Serokatiya ÎHD’a Amedê Suzan Mehmetoglu Aksoy der barê têkoşîna xizmên windayan û hefteya windayan de axivî.
 
Suzan Mehmetoglu Aksoy der barê xizmên windayan de agahî da û da zanîn ku di 1990’î de  li bajarên Kurdistanê binpêkirinên mafan ên giran hatine jiyîn û ji ber vê jî ‘hefteya windayan’ destpê kiriye. Suzan Mehmetoglu Aksoy wiha got: “Wê demê gelek kes hatin binçavkirin û windakirin. Gelek kes bûn qurbanê kuştinên kiryar nediyar. Dewletê der barê aqûbeta wan de lêpirsînek zû neda destpêkirin. Ji ber vê di 27’ê Gulana 1995’an de xizmên windayan li Qada Galatadasarayê hatin gel hev û bi pêşengiya ÎHD’ê dest bi çalakiyê kirin. Ev çalakî her çû mezin bû û parêzvanên mafê mirovan, aktîvîstên mafê mirovan tevli çalakiyê bûn.”
 
Suzan Mehmetoglu daxuyakirin ku hefteya windayan encama têkoşîna li dijî windahiyan hatiye dayînê ye û got: “Ji bo winda neyên jibîrkirin ev hefte hat îlankirin. Ev encama têkoşîna hat dayînê de derket holê. Her şemî li Amed û Stenbolê xizmên windayan çalakiyan dikin. Bi hevkariya Komîsyona Windayan a ÎHD’ê dosyayên windayan tên şopandin. Dane tên komkirin û bi malbatan re pêvajo tê şopandin. Piştgiriya hiqûqî tê dayîn. Her hefre çîroka windayekî tê destgirtin. Banga edaletê tê kirin.”
 
Suzan Mehmetoglu di dawiya axaftina xwe de diyar kir dewletê bi salan Qada Galatasarayê ji xizmên windayan re girtine û got wek sembolîk tenê 10-15 kesan digire û wiha dawî lê anî: “Ev jî nêzîkatiya dewletê ya li hember malbatan nîşan dide. Di serlêdanên tên kirin DMME Tirkiyeyê mahkum dike. Lê Tirkiye vê cidî nagire. Dosya dikevin ber demboriyê yan jî bi polîtîkaya bêcezahiştinê bi encam dibe. Piştî banga aştî û civaka demokratîk a Abdullah Ocalan divê dewlet ji bo windayan lêpirsînek bi bandor bide meşandin. Divê gumanbar bên cezakirin. Divê edalet pêk bê. Hevîdar im ev pêvajo bandorê li vê jî bike û bi bûyerên windakirinê re bên rû hev.”