
Peymana xebata enternasyonal a hevpar çi îfade dike?
- 09:05 28 Gulan 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Sebahat Tuncel ya TJA’yî der barê îfadeyên peymana xwişk û biratiyê û xebata enternasyonal a hevpar a di peyama ku 18’ê Gulanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandibû de cih digirt nirxand û got: “Ev gava Birêz Ocalan ne tenê PKK’ê hemû siyasetê, dwletê diguhere. Marx digot hemû karkerên cîhanê bibin yek. Lê Abdullah Ocalan dixwaze hemû kesên jiyana komunal esas digirin bên gel hev.”
Di 18’ê Gulanê de endamên heyeta DEM Partî ya Îmraliyê Pervîn Buldan û parêzer Ozgur Erol bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinên peyama Abdullah Ocalan hat parvekirin û wiha hate gotin:“ Li ser hiqûqa wekheviyê pêwîstî bi peymaneke nû heye. Tişta em dikin guherîneke mezin a pradîgmayê ye. Cewherê têkiliyên Kurt-Tirk cuda ye, ya tê xirakirin têkiliya wekheviyê ye.Xwişk-bira şer dikin, lê yek bê ya di nabe. Ew xefik û mayînên ku vê tikiliyê xirab dikin, yek bi yek em ê paqij bikin. Rêyên xirabûyî, pirên hilweşiyayî hemû çêbikin. Bi rêya şandeya xwe, peyam û hêviyên piştevaniyê yên ji bo min û girêdayî pêvajoya aştî û xuşk û biratiyê dîsa nameyên rewşenbîran şandî di kesayeta Alain Badoou û Slavoj Zixek de spasiyên xwe pêşkêş dikim. Em ê bi xebatên hevpar ên enternasyonalîst û sosyalîst hev bibînin.”
Aktîvîsta Tevgera Jinen Azad (TJA) Sebahat Tuncel der barê pêvajoyê de axivî.
Sebahat Tuncel got pêvajo di alî çareseriyê de girînge û tevgera azadiya Kurd berpirsyariya xwe aniye cih. Sebahat Tuncel wiha got: “Vê pêvajoyê bi carekê re dest pê nekir. Birêz Ocalan ji salên 90’î ji bo çareseriyê di nav lêgerînê de ye. Heta îro hewldan nîvco man. Pêvajoya herî zêde tê zanîn pêvajoya bi Turgut Ozal dest pê kir û bi tasfiyeyê bi encam bûye ye. Pêvajoya 2013-2015’an jî hat bi dawîkirin.”
Komîsyona ku tê payîn bê avakirin
Sebahat Tuncel daxuyakirin ku pêşniyara Devlet Bahçelî ya bila li meclîsê komîsyonek bê avakirin girînge û wiha domand: “Me wek tevgera siyaseta Kurd ji roja ewil de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd meclîs nîşan da. Ji bo pêşketinê di vê demildest komîsyon bê avakirin. Pêvajoyek li ser tecrubeyan pêş dikeve heye.Di komîsyona destura bingehîn ya berê de CHP û MHP tunebûn. Îro CHP erênî nêz dibe. MHP ji xwe ji bo pêşketina pêvajoyê dibe îrade. Parlamento tê wateya qanûnê qanûn jî tê wateya çareseriya pirsgirêkê. Komîsyona li meclîsê bê avakirin divê ji hemû aliyan, partiyên siyasî, ciwan, jin aliyên demokratîk pêk bê.”
‘Bila niyet hebe wê mijarên teknîkî bên çareserkirin’
Sebahat Tuncel di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Divê dewlet li pêş azadiya fikr û ramanan nebe asteng û azadiyan bike bin ewlehiyê. Li Tirkiyeyê desturek bingehîn ya li ser sûc û ceza hatiye avkairin heye. TMK heye. Heta TMK hebe siyaseta demokratîk ne pêkane. PKK’ê xwe fesh kir. Gelo wê tevlibûna siyaseta demokratîk çawa bibe. Cihê ku ev li bê nîqaşkirin meclîs e. Bila niyet hebe wê pirsgirêkên teknîkî bên çareserkirin.”
Peymana xwişk û biratiyê çiye?
Sebahat Tuncel destnîşan kir ku divê qanûnên ku polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşînin ji holê rabin û hewce bi peyamanek nû ya civakî heye. Sebahat Tuncel wiha anî ziman: “Abdullah Ocalan peymanê wek ‘peymana xwişk û biratiyê’ pênase dike.Divê dewlet dest ji înkarkirina Kurdan, Elewiyan û gelên din berde. Divê li ser esasê welatîbûna wkehev hiqûqek hebe. Dibêjin Kurd-Tirk xwişk û bira ne. Lê ferz e ku hiqûqa vê hebe. Kurd dibin serokomar, parlamenter, şaredar, lê nabin Kurd. Her tiştê der barê Kurdbûnê de dikin çarçoveya ‘têkoşîna terorê’. TMK her faliyetên Kurdan wek ‘faliyeta terorê’ bi nav dike. Ev pirsgirêkek cidî ye. Ger em behsa xwişk û biratiyê bikin divê maf wekhev bên bikaranîn. Dema ev pêk bê pirsgirêk bi piranî çareser dibe. Banga Birêz Ocalan girînge. Dema xespkirina maf ji holê rabe wê hiqûqa azadiyê jî bê avakirin.”
‘Gava Birêz Ocalan siyaseta Tirkiyeyê diguhere’
Sebahat Tuncel bi lêv kir ku ji bo pêvajoya demokratîk divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih û di encama pêvajoya demokratîk de ne tenê Kurd wê hemû civak bi ser keve. Sebahat Tuncel wiha dirêjî dayê: “Berpirsyariyên dewletê hene. Heta ev neyên kirin pêvajo jî pêş nakeve. Gava Birêz Ocalan ne tenê PKK di hemam demê de siyaseta Tirkiyeyê, kurdan, dewletê diguhere. Ev tê wateya demokrasiya li hemû Rojhilata Navîn. Ji bo vê divê em têkoşîna xwe bidomînin.. Birêz Ocalan kesekî enernasyonalîst e. Ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû azadiya gelan felsefeyê pêş dixîne. Li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk pêş dixîne. Hemû civaknas, kesên felsefeyê dikin fikrên Birêz Ocalan nîqaş dikin. Ev jî tasavura cîhanek nû derdixe holê. Bi 27’ê Sibatê re siyaseteke nû ferz bû. ”
‘Divê jin bibin kirdeya pêvajoyê’
Sebahat Tuncel di dawiya axaftina xwe de bal kişan ser peywira dikeve ser milê jinan û got: “Divê jin bibin navenda vê pêvajoyê. Jin tên qetilkirin, destdirêjî li wan tê kirin. Li ser bedena wan şer tê meşandin. Li dijî jinan şerekî mezin heye. Jin tune tên hesibandin. Di vê hawêra bi xof de hewcedariya jinan bi azadiyê heye. Tenê guhertina jinan têrê nake. Divê mêr jî pergala heyî red bike û bibin kesên azad. Li pêş me cejn heye. Hêvîdarim ev cejn bibe mizginiya dema nû û dewlet di vê mijarê de gavên pêwist bavêje.”