'Destpêka pêvajoyek nû ye'

  • 09:07 28 Gulan 2025
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Mune Ebdullhamid diyar kir PKK ne dawî ye lê destpêkek nû ye û got:"Gelek kesî dan pênasekirin ku êdî PKK bi dawî bû lê belê ya rast PKK ji nû ve jîndar bû. Destpêka pêvajoyek nû ye. Ji ber ku PKK'ê li ser bingeha rast, polîtîk, civakî û exlaqî xwe bi rêxistin kir."
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de peyama banga "Aştî û Civaka Demokratîk" parve kir. PKK'ê li ser bingeha pêkanîna banga Abdullah Ocalan di 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe li dar xist û tê de biryara fesihkirinê da. Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star a bajarê Helebê Muna Ebdullhamid nirxadinên xwe têkildarî mijarê kir û got: "Fesihkirina PKK'ê ne dawî ye lê belê destpêka serdemek nû ya ji bo aştiyê ye. Divê jinên Rojhilata Navîn destê xwe bikin yek "da ku bi hev re vê pêvajoyê bi serkeftinê bar bikin."
 
'Ev biryar bi saya keda PKK'ê pêk hat'
 
Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Mune Ebdullhamid bal bir ser têkoşîna PKK'ê û wiha pê de çû:"Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan di 27'ê Sibatê de peyama banga aştî û civaka demokratik rêkir tê de biryara fesihkirina PKK'ê da. PKK'ê jî li ser wê bingeha esasgirtina banga rêbertî, xwe fesih kir. Îro dema biryarên bi vî awayî tên standin êdî tê de baweriya rêbertî bi gel û partiyê re dide nîşandan. Ev biryar bi saya keda 52 salan a PKK'ê ya li çiyayên azad pêk hat."
 
'PKK partiyek ji guhertin û veguhertinê re vekirîye'
 
Di dewama nirxandinên xwe de Mune Ebdullhamid da diyarkirin ku divê mirov ji veguhertinê re vekirî bin û wiha dom kir:"Dema ku PKK'ê banga rêbertî pêk anî êdî da diyarkirin ku PKK partiyek ji guhertin û veguhertinê re vekirîye. Ne partiyek dogmatik e. Ev yek piştî ewqas sal têkoşîna ji bo qezenckirina rûmeta vî gelî hat pêk anî da ku riya herî aştiyane were destgirtin û li ser wê dîsa em xwe bi rêxistin bikin."
 
'Bedelên giran hatin dayin'
 
Muna Ebdullhamid da zanîn ku êdî dem dema xebatkirina di warê siyasî de ye û got:"Piştî ku rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de bang kir û daxwaza danîna çekan kir gelek kes hestiyar bûn jî lê dîsa gotinên rêbertiya xwe esas girtin. Ji ber ev dem dema xebitandina di warê siyasî ya bi kûrahî ye. Xwegihandina vê pêvajoyê bê guman bi saya bedelên giran a di oxira vê riyê de hatine dayin. Lê belê têkoşîna siyasî ji ya leşkerî girantir e."
 
'PKK bingeha rêxistinbûnê ye'
 
Di dirêjahiya axaftina xwe de Muna Ebdullhamid da diyarkirin ku PKK ne dawî ye lê destpêkek nû ye û wiha dom kir:"Gelek kesî dan pênasekirin ku êdî PKK bi dawî bû lê belê ya rast PKK ji nû ve jîndar bû. Destpêka pêvajoyek nû ye. Gihiştina vê pêvajoyê bi saya têkoşîna 52 salan a PKK'ê bû. Ji ber ku PKK li ser bingeha rast, polîtîk, civakî û exlaqî xwe bi rêxistin kir. PKK bingeha rêxistinbûnê  ye. Erê PKK hat fesixkirin lê belê tekoşîna PKK'ê ya birêxistinkirî ye. Bandora wê weke fikir jî li ser cîhanê bi tevahî hat çêkirin. Gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê bi saya vê partiyê xeta azadiyê baş û bi awayekî rasteqîn nas kirin."
 
'Em bikaribin destê rêbertiya xwe xurt bikin'
 
Di nava axaftina xwe de Muna Ebdullhamid da zanîn ku divê hemû gel destek bidin rêveberên vê pêvajoyê û wiha got:"Em weke gelê Kurd ji me tê xwestin ku em destekê bidin rêveberên vê pêvajoyê her wiha em bikaribin destê rêbertiya xwe xurt bikin, ji ber ku ev pêvajo ji ya derbasbûyî girantir e û tê xwestin ku em hemû zêdertir xwe bi rêxistin bikin û derdora hev bicivin. Her wiha divê hemû pêkhate yekitiya xwe li hember sîstemên ku ewqas sal şer û dijbertiya doza kurdî dikin, ava bikin. Ji ber ku gelê Kurd ji ber van sîsteman li çar perçeyên welat hatine qirkirin. Divê şopandina me ji vê pêvajoyê re şopandinek fikrî û bi zanebûn be."
 
Esasgirtina nirx û prensîban
 
Di nava nirxandinê xwe de Muna Ebdullhamid bi bîr xist ku divê ew nirxên xwe esas bigrin:"Divê em di nava vê pêvajoyê de bi awayekî bi lez tev bigerin lê divê di serî de em nirx û prensîbên xwe esas bigirin. Esasgirtina vê pîvaneke ku em ji rêbertiya xwe fêrî wê bûne. Îro guhertinên ku em didin çêkirin ne tenê ji bo yek civak ango netewa ye lê belê xelasî ji bo tevahî gelên ku daxwaza azadî û aştiyê dikin e."
 
'Dewleta Tirk tu gav neavêtiye'
 
Muna Ebdullhamid diyar kir ku dewleta Tirk heya niha tu gav nedaye avêtin û wiha hin nirxandinên xwe li vegotinê bar kir û got:"Heya roja me ya îro dewleta Tirk li hember pêvajoyê tu gav nedan avêtin. Her wiha heya roja îro rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de ye. Mafên rewa yên gelê kurd ji destên wan hatine girtin. Heya roja îro jî çeteyên ku li Sûriyeyê cih digrin her wiha piştevaniya xwe ji dewleta Tirk werdigirin heya niha kiryarên xwe yên faşîst li ser gelan didin dewamkirin bê ku kes pêşî li wan bigre û hesab ji wan bê xwestin. Îro rêzdarî li hember biryara agirbestê nayê dayin."
 
'Divê em destkeftiyên jinê biparêzin'
 
Di vegotina nêrîn û nirxandinên xwe de Muna Ebdullhamid behsa pêşengtiya jinan a di nava PKK'ê de kir û wiha pê de çû:"Tişta herî balkêş di nava PKK'ê de, esasgirtina jinê û kirina wê di asta pêşengtiyê de ye. Divê em wan jinên bedew ku bûn milîtan û erka birêvebirina vê pêvajoyê hildan ser xwe, ji xwe re esas bigrin. Her wiha em bi têkoşîna xwe destekê bidin rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku destek da jinê û sedsala 21'emîn kir sedsala azadiya jinê. Li Rojavayê Kurdistanê jî bi pêşengtiya jinê şoreş hat lidarxistin lewma divê di serî de ji bo em vê pêvajoyê bi serkeftinê tacîdar bikin divê em her destkeftiyên xwe bidin parastin her wiha xwedî li nirxên nemirên xwe derkevin."
 
Ev pêvajo yekîtitiya jinan jê re lazim e
 
Di dawiya axaftina xwe de Muna Ebdullhamid da tekez kirin ku ew gavê bi paşve nakşînin û got:"Êdî ji vir û şûnde em ê bi carekê gavê paşde nekşînin, ji ber ku ev gelê ku rast bi rêbertiya xwe re têkoşîna dan destpêkirin wê bi carekê dest ji vê dozê bernedin. Êdî dem ne dema berê ye ku bi nêrîn û çavekî biçûk li jinê bê meyzandin. Jin bûye pêşeng û sazkarê serdemek bi aştiyê barkirî ye lewma ji jinên Rojhilata Navîn tev de tê xwestin ku yekîtiya xwe ava bikin ji bo tekoşînek hevpar bê meşandin. Divê ev yekbûn dûrî ferq û cudakirina netew û nijadan a ji hev du be, berovajî wê divê li ser bingeha hembêzkirina hemû netewan be."