'Li dijî hişbirê tedbîr tune ye'

  • 09:02 2 Hezîran 2025
  • Rojane
AMED - Jinan der barê bikaranîna hişbirê ya li Amedê zêde bûye de axivîn û diyar kirin ku tedbîrên dewletê qels in û di vê mijarê de divê tedbîr bên girtin.
 
Li Tirkiye û Kurdistanê bikaranîna hişbirê zêde bûye û yek ji sedemên vê jî polîtîkayên şerê taybet e. Yek sedema din jî ev e ku dewlet tedbîrên têr nagire. Li gorî gelek lêkolînên hatine kirin temenê bikaranîna hişbirê daketiye 9 salî. Yek ji bajarên ku ev rêje lê zêde bûye jî Amed e.
Jinên Amedê der barê mijarê de axivîn.
 
‘Dewlet zarokên me bê bandor dihêle’
 
Songul D. diyar kir ku malbat ji bo zarokên xwe ji siyasetê dûr bigirin serî li riyên cuda didin û got: “Lê di vê pêvajoyê de nabînin ku çiqas zirarê didin zarokên xwe. Desthilatdarî civaka bê deng û bê bandor dixwaze. Ji ber vê dewlet zarokên me bê bandor dihêle. Xwezî malbat zarokên xwe bikin bin kontrola xwe. Derdora wan bişopanda. Wê demê wê zarokan hişbir bikar neaniya. Di semînerên li dibistanan pêk tên de divê bidin malbatan jî. Divê malbat bibin xwedî hişmend. Divê bibînin ku dema zarokên wan madeyan bikar tînin tên çi rewşê. Hişmendiya civakî hebe wê pêşî li vê bê girtin. Ji bo zarokan a herî baş xwendin e. Divê pirtûkan bixwînin. Divê xwe bi hişbirê girê nedin.”
 
‘Hewcedariya wan bi me heye’
 
Berfîn Altun jî destnîşan kir ku temenê bikaranîna hişbirê daketiye temenê biçûk û wiha vegot: “Bikaranîna hişbirê daketiye temenê biçûk. Statu û zayend ferq nake. Ev me pir xemgîn dike. Li gorî me ev pirsgirêk ji malbatê diqewimin. Divê xebat di vê mijarê de bên kirin û tedbîr bên girtin. Divê semîner û civîn di nav civakê de bên kirin. Sedemên malbat û civakî-aborî dibin sedema hişbirê. Gelek faktorên din dibin sedem. Divê em destê xwe dirêj bikin û wan xilas bikin. Hewcedariya wan ciwanan bi me heye.”
 
‘Divê dewlet tiştekî bike’
 
Zehra A. jî daxuyakirin ku divê dê û bav beriya dê û bavtiyê ji zarokên xwe re, bibin heval û wiha bi lêv kir: “Divê mirov bi zarokên xwe re wek heval bin. Dema zarok bikevin nav lepê vê, divê malbat mudaxale bikin. Divê tedbîrên cidî bên girtin. Li taxa me yên madeyan difroşin rehet digerin. Polîs tê lê têr nake. Bila nokteyên kontrolê bên avakirin, bila li ber dibistanan tedbîr bên girtin. Divê dewlet di vê mijarê de tiştekî bike. Divê malbat ji vê rewşê netirsin. Divê agahiyê bidin rayedaran û derman bikin.”
 
‘Em pêşeroja xwe xilas bikin’
 
Denîz Yilmaz jî daxuyakirin ku bikaranîna hişbirê daketiye temenê 12-13’an û wiha vegot: “Sedema vê jî xwegîhandina madeyên hişbirê hêsan e. Divê pêşî li vê bê girtin. Malbat li hember zarokên xwe bê eleqe ne û ev zarokan ber bi hişbirê ve dibe. Divê ev zincîr ji cihekî bê qutkirin. Ciwanên me pêşeroja me ne. Em xilas bikin.”
 
‘Divê dewlet pêşî li vê bigire’
 
Nesîme Acemoglu Yaşa jî diyar kir ku sedema bikaranîna hişbirê xizanî ye û wiha anî ziman: “Divê pêşî li vê bê girtin. Ciwan ji ber vê perîşan bûn. Dizî, qumar, fuhuş û hişbir li her derê heye. Li her derê polîs hene lê mixabin pêşî li vê rewşê nagirin. Divê êdî dewlet çareseriyekê pêk bîne. Li welat aborî nemaye. Divê dewlet demildest vê çareser bike.”