
'Em ê ji bo jinên têkoşer ên dîlgirtî berxwedana xwe bidomînin'
- 09:04 2 Hezîran 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Hevseroka Meclisên Giştî ya her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, Hêvîn Silêman da zanîn ji bo rizgarkirina jinên dîlgirtî ew ê berxwedana xwe dewam bikin û got:"Em ê jî ji biryara xwe gavan şûnde venekişînin. Em ê her di nava liv û tevgerê de bin heya ku em êndamên YPJ'ê yên ku hatine dîlgirtin azad dikin."
Di 1'ê Nîsana 2025'an de di navbera Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê û Hikumeta Şamê rêkeftinek ji 14 xalan pêk tê hat îmzekirin. Hin xalên sereke yên vê peymanê hatin pêkanîn. Hin ji wan xalan derketina hêzên leşkerî ji taxê, rakirina sengeran û sipî kirina zindanan, beşek ji dîlgirtiyan hatin berdan beşa din jî pirsgirêk ji milê Hikumeta Şamê ve hatin derxistin û dan diyarkirin ku ew Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên ku di destê wan de hatine dîlgirtin nadin berdan. Ev yek bû sedem ku pevguhertin were paşxistin. Hevseroka Meclisa Giştî ya herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Hêvîn Silêman axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha got:"Yên ku bi wêrekî li hember çeteyên dewleta Tirk di Sûriyeyê de şer kirin YPJ bû. Ji bo em endamên YPJ'e yên ku hatine dîlgirtin azad bikin em ê bi carekê têkoşîn û xebatên xwe neterikînin."
Peyman hat îmzekirin
Hevseroka Meclisên Giştî ya her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, Hêvîn Silêman axaftina xwe ji ajansa me re kir. Di serî de qala rêkeftina ku hatibû îmzekirin kir û wiha pê de çû:"Di 1'ê Nîsanê de di navbera me û Hikumeta Şamê de rêkeftinek ku ji 14 xalan pêk tê hat îmzekirin. Ji van 14 xalan hin xal hatin pêkanîn weke derxistina hêzên leşkerî ji her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ya ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve. Her wiha sengerên şer hatin rakirin û herî dawî jî komek ji dîlgirtiyan hatin pevguhertin û berdan lê belê ev xala 12'emîn hatiye rewestandin. Di dema me ya niha de dîsa me xwest em bixin meriyetê."
'Hat red kirin azad bên berdan'
Têkildarî xala 12'emîn a rêkeftinê Hêvîn Silêman wiha pê de çû:"Di pevguhertina dîlan de cara duyem hat astengkirin, ji ber ku ji milê Hikumeta Şamê ve amedekarî baş nehatibû kirin her hincetên wan derketin holê. Ev yek jî ne birêxistinkirina wan da diyarkirin û da payin ku ew bi xwe wan biryaran nastînin lê kesên ku destê wan di rêkeftinê de hene û dixwazin bi paş bixin. Li ber hemberî wan me amedekariyên xwe baş dabû kirin. Hikumeta Şamê red kir ku Yekîneyê Parastina Jin (YPJ), ku hatine dîlgirtin azad bidin berdan ev yek bû sedem ku ev xal bi paşve bê xistin."
'Hebûna me niha bi berxwedana wan gengaz bûye'
Di dewama axaftina xwe de Hêvîn Silêman da diyarkirin ku (YPJ) ji bo wan tekoşînek bi qehremantî dan meşandin wê ew jî (YPJ) di esaretê de nehêlibin û wiha dom kir:"Di nava aloziya Sûriyeyê de ji bo parastina nirx û rûmeta jinên Sûriyeyê, her wiha di têkbirina DAÎŞ'ê de YPJ'ê şerekî pir bi wêrekî û qehremantî dan meşandin. Hebûna me niha bi berxwedana wan gengaz bûye. Em ê jî ji biryara xwe gavan şûnde venekişînin. Em ê her di nava liv û tevgerê de bin heya ku em êndamên YPJ'ê yên ku hatine dîlgirtin azad dikin. Li hember hikumetê her em ê bi bertek bin. Wê carek din di navbera me û wan de têkilî bên çêkirin ji bo ev xal were pêkanîn. Ji ber ku vê bendê îmze kirine divê xwedî lê biderkevin."
'Hikumeta Şamê jinê napejirîne'
Hêvîn Silman da xuyakirin ku hikumeta HTŞ'ê hebûna jinan di nava xwe napejirîne û wiha pê de çû:"Yên ku di sedsala 21'ê de herî zêde xwe dan îsbatkirin û şerê li dij terorê kirin bê guman jinên Kurd bûn. Avakirina şoreşa Rojava ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka herî rast û nêz e. Têkbirina DAÎŞ'ê jî di Kobanê de ya jê nêztir e.Yên ku niha têkoşîna bidawîkirina aloziya di Sûriyeyê de didin meşandin dîsa jin in lê belê îro hikumeta Şamê vê yekê napejirînin her dixwazin têkoşîna jinê asteng bikin. Ev yek zihniyeta wan a antî îslamî radixe ber çava. Ji ber ku rojane li Sûriyeyê li hember bêdengiya hikumeta Şamê gel û di nav de jin tên kuştin."
Hêvîn Silêman weke xalek sereke da diyarkirin ku hikumeta Şamê naxwazin jin parastina xwe bide kirin û bibe xwedî vîn û îrade û got:"Îro jin di Sûriyeyê de bi têkoşîna xwe dîrokê dide nivîsandin "
'Em ê ji bo jinên têkoşer ên dîgirtî berxwedana xwe bidomînin'
Di dawiya axaftina xwe de Hêvîn Silêman pakrewanên yekem ên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li rojava bi bîr anî û soza pêkanîna xeyalên wan da û wiha got:"Em pakrewan Birîvan Qelender û Silava Efrîn ku her du yekemîn pakrewanên yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li Rojavayê Kurdistanê ji bo azadî û serfiraziya jinê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin.Wê tekoşîna me li hember hemû zihniyetên hişkbawer ku hebûna jinê di nava xwe de nadin pejirandin, berdewam bike. Em ê ji bo jinên têkoşer ên dîgirtî berxwedana xwe bidomînin."