‘Mêran li ser tundiyê dewleta xwe ava kirine’

  • 09:05 2 Hezîran 2025
  • Rojane
Roza Metîna 
 
AMED - Aktivîsta TJA’yê Mûazzez Orhan bi lêv kir  ku tundiya li ser jinan dewam dike û wiha got:” Bi taybet jî di demên dawiyê de îradeya dagirker a desthilatdariya mêr ji îrade û hişmendiya jinan ditirse. Çimkî mêr ditirse, destihilatdariya wan ji destên wan biçe. Mêran li ser tundiyê dewleta xwe ava kirine û dest danîne ser îradaya jinan. Loma jî ji dîrokê heta niha jinan her tim li berxwe dane.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 28-29ê Gulanê de li Amedê 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li dar xist. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Mûazzez Orhan a tevli konferansê bû bal bir ser tundiya ku jin bi salan e pê rû bi rû dimînin û girîngiya rêxistinbûyina li dijî vê yekê. Mûazzez Orhan di heman demê de bal bir ser girîngî û armanca 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd. 
 
Mûazzez Orhan da zanîn ku Konferansa Jinên Parlamenterên Kurd di heman demê de ji bo yekîtiya jinan û ji bo jiyana tevahî jinan gelekî girîng e û wiha got:"Em bawer û hêvîdar in ku biyarên vê konferansê wê ji bo hemû jinên kurd û cîhanê girîng û baş be. Her wiha peywira me hemû jinan in ku em biryarên vê konferansê jî pêk bînin. Em bi hev re wiha jiyaneke azad û bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ava bikin."
 
‘Mêran li ser tundiyê dewleta xwe ava kirine’
 
Aktivîsta TJA’yê Mûazzez Orhan da zanîn ji dîrokê heta niha jinan li dijî zihniyeta desthilatdar a mêr li berxwe dane û wiha got:”Jin her tim di dîrokê de bi tundiyê rû bi rû mane. Lê belê bi rastî jî dema em li dîrokê dinêrin jinan jiyan ava kirine. Desthilatdariya mêr jî her tiştên jinan ava kirine, dest danîne ser. Ev pênc hezar sal in vê zihniyetê dest daniye ser avakirina jinan û li ser tundiya li jinan dikin jî, desthilatdariya xwe ava kirine. Mêran li ser tundiyê dewleta xwe ava kirine û dest danîne ser îradaya jinan. Loma jî ji dîrokê heta niha jinan her tim li berxwe dane.”
 
‘Desthilatdariya mêr ji hişmendiya jinan ditirse’
 
Mûazzez Orhan bi lêv kir  ku tundiya li ser jinan dewam dike lê li dijî vê yekê têkoşîna jinan jî her dewam dike û wiha pê de çû:”Jinan bi têkoşîna xwe ji bo jiyan, azadî û îradeya xwe li berxwe dane. Bi taybet jî di demên dawiyê de îradeya dagirker a desthilatdariya mêr ji îrade û hişmendiya jinan ditirse. Çimkî mêr ditirse, destihilatdariya wan ji destên wan biçe. Loma jî zext û tundiya li ser jinan ji aliye mêran ve dewam dike. Ev desthilatdarî, tundî û zext ne tenê li ser axa Kurdistanê, em dikarin bibêjin li hemû deverên cîhanê dewam dike.”
 
‘Dengê ‘Jin jiyan azadî’ li her derê cîhanê belav bûye’
 
Mûazzez Orhan a bal bir azadiya jinan jî wiha dewam kir:”Li ser tundiya li dijî jinan, siyaset tê meşandin, zagon tên derxistin. Hiqûq jî li gor zihniyeta mêr tê avakirin. Jinan jî tu carî li dijî tundî û desthilatdariyê serê xwe netewandiye. Dibe jin di dîrokê de hin deman qels mabin lê em îro dibînin dengê ‘Jin jiyan azadî’ li her derê cîhanê belav bûye. Jixwe lazim e jin îrade be, jin azad be. Jin azad be jiyan, civak û ew erdnîgarî jî azad dibe.”
 
‘Em li dij tundiyê rêxistina xwe ava dikin’ 
 
Mûazzez Orhan da zanîn ku Konferansa Jinên Parlamenterên Kurd di heman demê de ji bo yekîtiya jinan û ji bo jiyana tevahî jinan gelekî girîng e û wiha dewam kir:”Wek Tevgera Jinên Azad, wek jinên parlamenter, jinên siyasetmedar û yên li malê li berxwe didin, em ji bo îradeya xwe, ji bo bedena xwe li dijî tundiyê li berxwe didin. Em li hemberî vê yekê rêxistina xwe jî ava dikin. Loma jî me wekî TJA’yê konferansa parlamenterên jinên kurd li dar xist. Ji her aliyên Kurdistan û dîasporayê jin tevli vê konferansê bûn. Em dizanin gelek zagon jî ji parlamentoyê derdikevin. Loma jin ger di nava siyasetê de cihê xwe bigirin, bi biryarên ji parlamentoyê derdikevin bibin îrade wê demê em dikarin ji bo mafê jinan jî di aliyê zagonê de li berxwe bidin. Ev konferans di heman demê de ji bo yekîtiya jinan û ji bo jiyana tevahî jinan gelekî girîng e. Em bawer û hêvîdar in ku biyarên vê konferansê wê ji bo hemû jinên kurd û cîhanê girîng û baş be. Her wiha peywira me hemû jinan in ku em biryarên vê konferansê jî pêk bînin. Em bi hev re wiha jiyaneke azad û bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ava bikin.”