Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin

  • 10:54 2 Hezîran 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat gotin ku rewşa tendirustiyê ya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan nebaş e, pêwîstiya wê bi neştergeriyê heye, lê rayedarên girtîgeha rejîmê destûr nadin were dermankirin.
 
Li gor nûçeya malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, rewşa tendirustiyê ya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan nebaş e û ew ji mafê xwe yê tedawiya bizîşkî hatiye bêparhiştin.
 
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku 18 sal e Zeyneb Celaliyan di girtîgehê de ye, pê re nexweşiyên çav, gurçik û rûviyan çêbûye, li gor testên berî niha hatine kirin pêwîstiya wê bi neştergeriyê heye.
 
Her wiha hatiye gotin ku berpirsên girtîgeha Yezd gelek caran îşkence û heqaret li Zeyneb Celaliyan kirine.
 
Hêjayî gotinêye ku Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2007’an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25’ê Sibatê de bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidavekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî.