Li Mexmûrê li dijî dorpêçê çalakî

  • 20:16 4 Hezîran 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê  Mexmûrê ji bo protestokirina ambargoya ku dewleta Iraqê li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê daniye û binçavkirina şandeya wargehê heta ber avahiya NY’ê meşiya û peyama berxwedanê da. Meclîsa Gel a Mexmûrê got, "Em ê ji vê rêya pîroz venegerin."
 
Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo protestokirina dorpêçkirin, ambargo û girtina nûnerên wargehê meşek girseyî li dar xistin.
 
Ji 10’ê Nîsanê ve ambargoyek girankirî ji aliyê dewleta Iraqê ve li ser Wargeha Mexmûrê tê meşandin. Her wiha ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û rakirina ambargoya heyî şandeyek ji nûnerên wargehê pêk tê, berê xwe dan Bexdayê. Piştî ku hevdîtin bi Wezîrê Dadê re pêk anî, di vegerê de ango di 14’ê Gulanê de ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin girtin. Ji wê rojê heta  niha ne ambargoya heyî hat rakirin, ne pirsgirêkên heyî hatin çareserkirin û ne jî endamên şandeya wargehê hatine berdan.
 
Gelê Mexmûrê ji bo protestokirina vê rewşê ji ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Di meşê de alên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên endamên şandeyê Ehmed Şehbaz, Bêwar Emîn û Edban Yilmaz hatin hişgirtin. Her wiha dirûşmeyên “Bijî berxwedan Mexmûrê” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Piştî ku meş li ber avahiya Nûnertiya NY’ê ya WargehaMexmûrê rawestiya, daxuyaniyek ji aliyê Hevseroka Dîwana Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Nûdem Yaman ve hat dayîn.
 
Beriya ku daxuyanî were dayîn, ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat gitin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Dîwana Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Nûdem Yaman daxuyaniyek da.
 
Nûdem Yaman di destpêka axaftina xwe de gelê wargehê di vê rêwîtiya penaberiyê de gelek zorî, zehmetî û êşên giran kişandine û wiha got: “Ev gelê Wargeha Mexmûrê xwe muhtacê tu kesê nekir. Ji ber wê berê xwe dan bajarên Iraqê û ji bo debara jiyana xwe, kar dikirin. Dewleta Iraqê bi hevkariya dewleta Tirk a ku yekem armana wan belavkirina wargehê ye, ambargoyek ji 10’ê Nîsanê ve daniye ser wargehê. Ji roja ku ev ambargo tê pêkanîn heta niha, berxwedana xelkê wargehê hîn zêdetir dibe. Dixwazin bi dîlgirtinê îradeya vî gelî bişkînin. Wek gelê wargehê, wê her tim xeta berxwedanê, xeta Apoyî ji bo me armanc be. Heta ku em mafên xwe bidestnexin, em dest ji vê rêya xwe ya pîroz bernadin.”
 
Piştî axaftinê meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Mexmûrê” bi dawî bû.