Akademîsyena aştiyê:Dewletê gaveke ku baweriyê dide navêtiye

  • 09:02 7 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE- Endama Kordînasyona EFFP’ê Latîfe Akyuz da zanîn ku banga Abdullah Ocalan deriyekî ku aştî ji civaka Tirkiyeyê re bê vegotin vekiriye û wiha got: “Pakêta darazê ji bo vê derfete. Lê bihêlin bendewarî bên cih, pakêteke pir şûnde ye. Ji ber vê jî em nikarin bêjin ku dewletê gavên ku bawerî daye avêtiye.”
 
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şûnde, PKK’ê 5-7’ê Gulanê de 12’emîn kongrey axwe pêk anî û encamnameya xwe parve kir. PKK’ê daxuyand ku rêxistin fesh kirine û dawî li têkoşîna çekdarî anîne. Piştî biryarên kongreyê nîqaşên divê di zemîna meclîsê de nîqaşên çareserî û demokratîkbûnê bên kirin hatin destpêkirin. 10’emîn pakêta darazê ya ku bendewariyên rayagiştî nayne cih jî di Meclîsê de hat qebûlkirin.
 
Endama Kordîsyona Foruma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) akademîsyona aştiyê Latîfe Akyuz der barê pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ de nirxandin kir.
 
‘Bang ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derftek xurt e’
 
 Latîfe Akyuz da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dema ku şer gûr bûye de, mudaxaleyeke di dema xwe de hatiye kirinê ye û wiha vegot: “Ev bang ji bo kesên têkoşîna aştî û demokrasiyê derfeta zemînek xurt a polîtîk afiriye. Ev bang ne tenê ji bo aştiyê heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî derfetek xurte.  Ev banga ku perspektîfa çareseriya aştî û demokrasiyê diafirîne, girêdayê pratîkên têkoşîn û rêxistibûna civakiye.”
 
‘Avêtina gavan şert e’
 
Latîfe Akyuz balkişand ser gavên ku divê bên avêtinê û pakêta darazê ya ku di rayagiştî de bersiva xwe nedîtiye û wiha domand: “Li dijî îradeyeke ku bê şert çek daniye şerte ku dewlet gavê bavêje. Ev şert û mercên avabûna hawira baweriyê ye. Bêguman ev pakêta darazê ji bo vê derfet bû. Lê dewlet bendewariyên dihatin payîn li aliyekî, ji bo rewşa heyî gelek şûnde ketiye û bi vî awayî derketiye pêşberî me.”
 
 Aştî ji jêr heta jor rêxistin bibe wê mayînde bibe
 
Latîfe Akyuz destnîşan kir ku pêvajo bi têkoşîna demokratîk dikare biserkeve û wiha bi lêv kir: “Di vir de berpirsyariyek mezin dikeve ser milê hêzên demokratîk. Divê xwedî li malên gelê Kurd bê derketin û ev maf ji civaka Tiriyeyê re bên vegotin. Aştî ji rêr heta jor rêxistin bibe wê mayînde bibe.”
 
‘Divê hemû alî berpirsyariyên xwe bînin cih’
 
Latîfe  Akyuz her wiha li ser komîsyona ku li meclîsê bê avakirin sekinî û ev tişt bi lêv kir: “Di vê dema nû de qada siyaseta demokratîk tê nîşandan, avakirina komîsyoneke li meclîsê girînge. Lê ji bo ev komîsyon ji aştiyê re ximzet bike, divê pêvajo ji ailyê civakê ve bê fêmkirin û nîqaşkirin. Li tirkiyeyê baweriyên siyasî yên cuda û nasnameyên cuda hene. Bêguman ev bang ji aliyê her kesî ve bi heman awayî nayê pêşwazîkirin. J ibo xurtkirina zemîna vê divê zimanê aştiyê û pratîka wê ya hepvar bê afirandin. Banga Abdullah Ocalan deriyekî nû yê aştiyê vekiriye. Peywira dikeve ser milê hemû aliyan. Ne tenê maseyên siyasî divê hemû alî  berpirsyariyên xwe bînin cih.”
 
‘Di hawirek bi sînor de ne pêkane xebat bên meşandin’
 
Latîfe Akyuz di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Abdullah Ocalan destnîşan kiriye ku hemû beprisyariya pêvajoyê digire ser xwe û wiha domand: “Lê ji vir şûnde divê dewlt berpirsyariya xwe bîne cih û şert û mercên xebata azad a ji bo Abdullah Ocalan biafirîne. Di hawirek bi sînor de ne pêkane xebat bên meşandin. Pêvajo heman demê de potansiyelek nû derdixe holê. Ger ev potansiyel baş bê nirxandin, zimanê hevpar yê aştiyê baş bê bikaranîn wê aştiya civakî jî bikaribe bê avakirin.”