Çîroka hewldêriyê ya Berîvan Şahîn

  • 09:03 14 Hezîran 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Berîvan Şahîn ku xişir çêdikir, atolye ava kir û tevî hemû zehmetiyan têkoşîna xwe meşand. Berîvan Şahîn got wan gotiye ‘em dikarin vî karî bikin û her tiştek nirxandine.”
 
Berîvan Şahîn ku di temenê biçûk de bi xişir re eleqeder dibû, atolya xişir ava kir û bi sermayekek 500 TL yî dest pê kiriye. îro bi hevjînê xwe re vî karî dike û tevî krîza aborî hewldanên xwe didomînin. Ya herî balê dikşîne Berîvan Şahîn her tiştî vediguherîne. Ji qutiyên kahweyê qutiyên xişir çêkiriye, ji qutiyên çayê jî qutiyên cur bi cur çêkirine.
 
Berîvan Şahîn destnîşan kir ku bi 12 cuzdan, 12 lênûsk, 12 çenteyî dest bi vî karî kiriye. Berîvan Şahîn wiha dirêjî dayê : “14 sal  berê dema zarok bûm ji bo min bazinek çêkirî hat diyarîkirin. Min gelek jê hez kir. Ji morîtan hatibû çêkirin. Bazinekî taybet bû. Min ji vî karî hez dikir. Ji morîkan, ji karê destan hez dikir.Dema amdekariya zanîngehê li dukanek zucaciyeyê dixebitîm. Morîk,ben dihatin firotin.Min ji alavên wir tişt çêdikirn. Min beşa zêrîngerî û xişir xwend. Ez li Mîdyadê bûm. Me bi hunera têlkariyê dest pê kir.”
 
 
‘Me xwest em berhemên xwe bifroşin’
 
Berîvan Şahîn da zanîn ku piştî dibistanê ji ber derfetên kar tunebûye di dukanek xişir de xebitiye û got li wir jî di wî karî de xwe pêş xistiye. Berîvan Şahîn wiha anî ziman: “Me xwsest em atolya zêrîngeriyê vebikin. Lê lêçûnên wê pir mezin bûn. Me venekir. Me xweset em berhemên xwe bifroşin. Min bi hevjînê xwe re ku wê demê hevalê min bû di 12’ê Adara 2018’an de dukan vekir.  Yên karên me biçûk dîtin hebûn. Lê qurfên xwe kirin hebûn. Yên pîroz dikirin jî hebûn. Malbata min piştgirî damin. Her tim piştgiriya wan hebû.”
 
Berîvan Şahîn balkişan ser krîza aborî û got bandorek mezin li ser wan dibe û wiha dawî lê anî: “Krîz me dide zorê.  Em êdî ne heftane salane pêdiviyên xwe digirin. Alavan digirin. Me bi 500 TL yî dest bi vî karî kir. Niha atolyeyek me ya hilberînê û cihekî me yê firotinê heye. Lê krîz bandorek mezin li  me dike.”