Hevseroka berê ya SES'ê Gonul Adibellî beraet kir

  • 15:14 10 Hezîran 2025
  • Hiqûq
 
ENQERE - Hevseroka berê ya SES'ê Gonul Adîbellî ji doza ku ji ber çalakiyên sendîkayî dihat darizandin, beraet kir.
 
Rûniştina dawî ya doza ku Hevseroka berê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Gonul Adibellî ji ber çalakiyên sendîkayî tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Dadgeha Enqereyê hat lidarxistin. Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak û hejmareke mezin ji temaşevanan beşdarî rûniştinê bûn.
 
Di rûniştina piştî nasnameyê de, dozger îdîanameya ku pêşkêş kir dubare kir û ji ber "endamtiya rêxistinê" ceza xwest.
 
Gonul Adibellî ya mafê axaftinê wergirt got faliyetên tevli bûye mafê wê yê herî xwezayî ye. 
 
Di dawiya danişînê de, heyeta dadgehê biryara beraeta Gonul Adibellî da û diyar kir ku ti hêmanên madî tune ne ku sûcê "endamtiya rêxistinekê" pêk bînin.