
‘Em di vê pêvajoyê de bi serokatiyê bawerin’
- 09:05 14 Hezîran 2025
- Rojane
Rabîa Onver
COLEMÊRG - Susin Fendîk, diyar kir ku li dijî pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, dewletê berpirsyariya xwe neaniye cih û wiha got: “Tirk, Kurd ferq nakin. Divê her kes gûh bidin banga Serokatiyê. Divê her kes ji bo vê gavê bavêje. Divê dewlet êdî berpirsyariya xwe bîne cih.”
Tevî ku di ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘Aştî û civaka demokratîk’ ku 27’ê Sibatê de kir şûnde du meh derbas bûne jî hîna dewletê gavek şênber navêtiye. Tevî bangê hîna şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan pêk nehatine.
Susin Fendîk ku kurê wê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye, ji bo çareserî û jiyaneke demokratîk daxwaza avêtina gavên şênber kir.
Susin Fendîk li gundê Oremar a Gever a Colemêrgê hatiye dinê. Ji ber zextan malbata wê koçî Geverê kiriye. Kurê wê Şervan Fendîk di meclîsa ciwanan a DBP’ê de cih digire û 2009’an de tevli PKK’ê dibe. Di 2014’an de diçe Rojava di 2016’an de di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dide.
‘Em serbilindin’
Susin Fendîk da zanîn ku kurê wê Şervan tu car neheqî û zextên dewletê qebûl nekirine û ji ber vê têkoşîn meşandiye. Susin Fendîk wiha got: “Kurê min 7 salan têkoşîn da û di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Kurê min çû Rojava û bi telefonê geriya. Got em axa xwe ji kesî re nahêlin. Dema şehîd ket ez pir xemgîn bûm lê ew jî wek zarokên din yên dê û bavan bû. Em bi kurê xwe serbilindin.”
‘Bila dewlet berpirsyariya xwe bîne cih’
Susin Fendîk di berdewamiyê de bi lêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî dijhiqûqî li Îmraliyê tê girtin û wiha domand: “Serokatiya me bêje çi em wê dikin. Em aştiyê dixwazin. Bila aştî bê. Bi salane em ji bo aştiyê têdikoşin. Divê dewlet demildest berpirsyariya xwe bîne cih, gavê bavêje. Tevî biryara agirbest û feshkirinê ya PKK’ê hîna êrîş didomin. Divê ev êrîş bidawî bin. Ger ku aştiyê bixwazin divê dawî li van êrîşan bibînin."
‘Yekalî nabe’
Susin Fendîk da zanîn ku wek malbatên şehîdan piştgiriyê didin pêvajoyê û wiha dawî lê anî: “Bila dewlet êdî gavê bavêje. Bila kes nemire. Em aştî û azadiyê dixawzin. Ne tenê dayikên gerîla divê dayikên leşker û polîsan jî piştgiriyê bidin pêvajoyê. Ev pêvajo yek alî nabe.”