
Dayikên Şemiyê: Heta sûcdar bên eşkerekirin dê têkoşîn bidome
- 13:46 14 Hezîran 2025
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Nurettin Çur pirsîn, gotin, "Em bi biryar in, em ê daxwaza xwe ya ji bo ronîkirina sûcên li dijî mirovahiyê bidomînin."
Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 1055'emîn a çalakiyên xwe de li Qada Galatasarayê, cihê hevdîtina xwe, hatin cem hev da ku aqûbetaq xizmên xwe yên kuştî û windabûyî bipirsin û daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman. Di çalakiya hefteya 1055'emîn de, li eqûbeta Nurettin Çur, ku 30 sal berê li navçeya Rezan a Amed hate windakirin, hate pirsîn. Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan jî piştgiriyê didinê de, wêneyên kesên ku di binçavan de hatine windakirin li gel qurnefîlan hatin hilgiritn. Ji Mirovên Şemiyê Oya Ersoy di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê xwend.
'Bêcezatiya nayê guhertin'
Oya Ersoy, ku diyar kir windabûnên di bin çavan de ji ber polîtîkayên şer ên dewletê çêbûne, got, "Em bi biryar in; em ê daxwaza xwe ya ji bo çareserkirina sûcên li dijî mirovahiyê, nemaze windabûnên di bin çavan deku li van axan pêk hatin, û ji bo eşkerekirina kê ev sûc kirine û çima, bidomînin. Ji ber ku her civak xwedî mafekî girîng e ku bizanibe kê sûcên weha hovane kirine. Em bi biryar in; Em ê balê bikişînin ser kevneşopiya bêcezatiya nayê guhertin."
'Berî bi 30 salan hat windakirin'
Oya Ersoy, got ew ji bo Nurettin Çur, ku berî bi 30 salan hatiye windakirin, rastî û edaletê dixwazin ûgotinên xwe wiha domand: "Nurettin Çur ê 28 salî li navçeya Rezan a Amedê dijiya. Ew dikandar bû û li qata jêrîn a avahiya ku lê dijiya firoşgehek dikana xurekê dimeşand. Hevjîna wî 6 mehî ducanî bû. Ew ji bo cara yekem bibe bav kêfxweş bû. Ji ber çalakiyên wî yên partiya siyasî ew dihat şopandin. Her wiha ji ber muzîka Kurdî ya ku di firoşgeha xwe de guhdarî dikir gelek caran gef lê dihat xwarin. Di 27ê Hezîrana 1995'an de, ew çû bazarê da ku ji bo firoşgeha xurekê kelûpelan bikire. Dema ku ew êvarê venegeriya malê, hevjîna wî digot dibe ku ew ji bo bavê xwe yê nexweş çûye gund. Di şert û mercên gund de ku ragihandin tune bû, Malbata Çur tenê sê roj şûnda karîbû fêm bike ku Nurettin winda ye."
Em dev jê bernedin'
Oya Ersoy diyar kir ku dadgerî sûcan vedişêre û berpirsiyaran bi bêcezatî xelat dike û ev tişt got, "Em dizanin ku maf û azadiyên bingehîn tenê di şert û mercên ku serdestiya hiqûqê derbasdar e de têne ewlekirin. Di hefteya me ya 1055'an de, em careke din bi bîr tînin ku dewlet bi hiqûqê ve girêdayî ye, dadgerî bi divê serbixwe be û ev hemû jî bi şatiyê pêkanin. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Nurettin Çur û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin, û bi bîr bînin ku divê dewlet di çarçoveya normên hiqûqî yên gerdûnî de tevbigere."
'Min 30 salan mala xwe neguhart ji ber ku dibêm dibe vegere'
Piştre, Endamê Lijneya ÎHD'ê Cîhan Kaplan nameya dayika Nurettin Çur, Makbule Çur xwend. Di nameyê de ev gotin hebûn: "Ez we hemûyan bi êş û têkoşîna ku me di bin heman banî de tîne cem hev, ku di dilê me de yek e, silav dikim. Kurê min ji ber çalakiyên xwe yên partiya siyasî her tim dihat şopandin û gef lê dihat xwarin. Ew nikarîbû vegere mala xwe, me tenê piştî sê rojan fêm kir ku ew winda ye. Kesî dengê me nebihîst. Lêgerîna me ya edaletê ji bo kurê min Nurettin berdewam dike. Min 30 salan mala xwe neguhart ji ber ku kurê min min dibe vegere."
Piştre, çalakî bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.