Ji girtiyan re kart şandin: Em ê di rojên aştî û azad de bicivin
- 14:12 14 Hezîran 2025
- Rojane
STENBOL - "Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" bi şandina kartan ji bo girtiyên siyasî yên li girtîgehan û jinên ku xwe diparêzin, daxwazên xwe yên ji bo avakirina aştiyê bi gotina "Em ê di pêşerojek aştiyane, di rojên ku em ê li derve bi hev re azad bijîn de bicivin."
"Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" ji PTT ya Kadikoyê kartên hevgirtinê ji girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgehên Herêma Marmarayê û jinên ku xwe diparêzin re şand. Piştî şandina kartê daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta "Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min Bi Aştiyê heye" hat vekirin, û pankartên wekî "Ji girtiyên nexweş re azadî", "jin jiyana azad", "Pêdiviya min bi aştiyê heye", "siyaset ne sûc e", "bijî têkoşîna jinan" hatin hilgirtin û dirûşmên wekî "jin jiyana azad", "na ji şer re, aştî niha" hatin berzkirin. Dîlan Geyik daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Piştî daxuyaniya ku jinan daxwazên xwe tê de rêz kirn ji girtiyan re kart hatin şandin.