
Ji bo xwezayê alternatîfa çenteyên paçikî
- 10:14 4 Tîrmeh 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê bi wesîleya 3’ê Tîrmehê Roja Bikarneanîna Torbeyên Naylonî ya Cîhanî, ji bo parastina xwezayê û kêmkirina qirêjiya plastîkî çalakiyek girîng li dar xist.
Gerînendetiya Karên Paqijiyê û Gerînendetiya Guhertina Avhewayê û Bermahiyên Avêtî bi hev re li taxa Dîclekentê çenteyên paçikî belav kirin, da ku hişyariyek li dijî bikaranîna torbeyên naylonî çêbikin. Endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên şaredariyê jî beşdarî vê çalakiyê bûn û ziyanên torbeyên naylonî yên li ser xwezayê ji gel re vegotin.
Di daxuyaniya şaredariyê de hate gotin ku li bazarên navçeya Peyasê salane 78 ton çopên plastîkî tên avêtin û hefteyê 300 hezar torbeyên naylonî tên bikaranîn. Ev hejmar nîşan didin ku qirêjiya plastîkî bi taybetî li navçeyê û bi gelemperî li welêt pirsgirêkeke mezin e. Çenteyên naylonî, ji ber ku di xwezayê de zirareke mezin didin jîngehê, axê, avê û jiyana kovî, bikaranîna çenteyên paçikî baştir e.
Bi vê çalakiyê, Şaredariya Peyasê hewl dide hişmendiya civakê bilind bike û alternatîfên ekolojîk, wek çenteyên paçikî, teşwîq bike.