Li deşta Mûşê karê çandiniyê li ser milên jinê ye

  • 09:04 1 Tîrmeh 2025
  • Ked/Aborî
Neslîhan Kardaş
 
MÛŞ - Jinên ku di biharê de ji Amedê tên Mûşê û heta payîzê wekî karkerên demsalî li zeviyan dixebitin, diyar dikin ku ji serê sibehê heta êvarê di bin germahiya tavê de dixebitin û heqê keda ku didin jî bi dest naxin.
 
Deşta Mûşê, yek ji erdên berhemdar ên Kurdistanê ye, bi firehbûna erda xwe û şert û mercên avhewayê yek ji navendên girîng ên çandiniyê ye. Her çend berhemên wekî genim, ceh, pincarê şekir û gulberoj li ser bi hezaran donim erd têne çandin û gelek mirovên li bajêr debara xwe bi çandiniyê dikin.
 
Lehengên nedîtî yên hilberînê li Deşta Mûşê ku yek ji deverên çandiniyê yên herî berhemdar ên Kurdistanê ye, jin in. Jin her demsalê li zeviyan dixebitin. Karê wan berî rojhilê dest pê dike û heta roj diçe ava berdewam dike.
 
Jinên ku ji Amed tên Deşta Mûşê wekî karkerên demsalî konan vedikin da ku li Mûşê bimînin û di konan de bijîn. Her çend jinên ku wekî karkerên demsalî jiyanek koçerî dimeşînin gelek zehmetiyan jî dikişînin.  Ew ji saetên serê sibê heta êvarê di bin germahiya tavê de li zeviyan dixebitin.
 
Jinên ku wekî karkerên demsalî hatine Deşta Mûşê, behsa zehmetiyên ku ew dijîn û karên ku dikin kirin.
 
'Em jin zehmetiyên mezin dikişînin'
 
Çiğdem Kahraman ku pêşî ji mîkrofona me re axivî, got ku ew wekî karkerên çandiniyê ji Amed hatine Mûşê û rave kir ku wan karên wekî eşêfa zeviyan û çandina fêkî û sebze kirine. Çiğdem Kahraman ku diyar kir  ew di biharê de tên Mûşê û payîzê diçin, got, "Zehmetiya karê ku em dikin pir zêde ye. Em ji saet pêncê sibê dest bi xebatê dikin heta saet şeşê êvarê. Ji ber ku kar mirov diwestîne, em jî diwestin. Zarokên me jî hene. Hin bi me re tên zeviyan û di bin tavê de li benda me dimînin, hinên din jî di konan de li benda me ne. Em jin, zehmetiyên mezin dikişînin. Mêr biqasî me nawestin. Dema ku em ji vir vedigerin bajarê xwe, em li wir naxebitin. Li wir kar tune ye, ji ber vê yekê em tên û li vir dibin karkerên çandiniyê yên demsalî." 
 
'Em heqê keda xwe nikarin bigirin'
 
Ozlem Karadag jî diyar kir ku ew karkerên çandiniyê ne ku di biharê de tên vir û di payîzê de diçin û got, "Em li zeviyan dixebitin. Bi rastî jî zehmet e ku meriv debara xwe bike. Ji ber vê sedemê, em jî  jiyanek rehet dixwazin. Mêr naxebitin, em karkerên demsalî ne. Ji ber ku li bajarê me kar tune ye, em neçar in ku werin vir. Li vir gelek pirsgirêkên me hene. Tuwalet sererast tune ye, cîhek tune ku em xwe bişon. Em tên vir û 4-5 mehan dixebitin, û di zivistanê de em tiştê ku qezenc dikin dixwin. Em heqê keda xwe jî nikarin bigirin. Heqdesta me ya rojane pir kêm e."