
‘Divê her kes ji bo Sûriyeya demokratîk berpirsyariyê bigirê'
- 12:00 5 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di amadekariyên ji bo destûr û parlamentoya nû de rêbaza wêdekirinê didomîne û beşdariya takekesî wê îradeya gel temsîl neke.
Endama Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û hevseroka şandeya bi Şamê re muzakerayn dike Foza Yûsif ji ANF'ê re axivî û polîtîkayên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê rexne kir.
Foza Yûsif destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "Konferansa Diyalogê ya Neteweyî" û ji pêvajoyên wekî amadekariyên parlamentoyê tê vederkirin û bertek nîşanî girtinên bêsedem ên li Heleb û Şamê da. Foza Yûsif diyar kir ku komîteya ku ji bo vegera bi ewle ya ji bo herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn û Serekaniyê hatine avakirin, hîna dest bi xebatê nekirine û banga berpirsyariyê li hikûmeta Şamê kir.
Axaftina Foza Yûsif wiha ye:
"Bi qasî ku em jî dişopînin amadekariyên avakirina parlamentoyekî ku hemû Sûriyeyê bigire nava xwe tê kirin, lê heta niha bi şandeya me ya muzakereyê re neketine ti têkiliyê. Li aliyê din rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û meclîsên gel hene, heta niha bi wan re jî ti têkilî nehatiye danîn.
Di pêvajoya derbasbûyî de di ragihandina destûra bingehîn a Sûriyeyê ya demkî de, di mijara avakirina hikûmetê de, dîsa di dema konferansa diyalogê ya neteweyî de gelek kêmasî hatin kirin. Me vê gelek caran nirxand û rexne kir, lê ev rewş dîsa tê dubarekirin.
Ji bo ku zêdetir bawerî di navbera aliyên li Sûriyeyê de çêbibe, divê em vê pêvajoya derbaskirinê bi hev re rêve bibin û Sûriyeya nû bi hev re pêş bixin. Lê em rêbaza ku heta niha hatî pêkanîn, weke ji nedîtî hatine ve dibînin. Rêbaza cihêkirinê hê jî dewam dike. Ev rêbaz xizmetê ji yekîtiya gelên Sûriyeyê re nake, xizmetê ji avakirina baweriya di navbera aliyên li Sûriyeyê de nake.
Tevlîbûna adilane û demokratîk
Berovajî vê her ku di her pêvajoya tê pêşxistin de pêkhateyên herêmê tevlî pêvajoyê nayên kirin, di çarçoveya pêvajoyê de cih ji vîna herêmê re nayê dayîn û dîsa dema vîna deverên din ên Sûriyeyê tevlî vê nayên kirin, ev yek zêdetir rê li ber qutbûn û qelsbûnê vedike. Em hêvî dikin ku Şamê dev ji vê nêzîkatî û stratejiya ku hewl dide pêş bixe, berde. Her çiqas tevlîbûna adilane û demokratîk a van herêman bi vîna xwe pêk were yekîtiya gelên Sûriyeyê wê ewqas pêş bikeve û zemîn û derfeta peymanên demdirêj çêbibe.
Em jî hin agahiyan digirin ku ji bo di parlamentoyê de cih bigirin bi gelek kesan re ketine nava têkiliyê. Em dixwazin vê bibêjin; eger tevlîbûneke bi vîn, li aliyê din eger nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî fermî pêk neyê, şahsiyetên ku wê tevlî bibin wê nûnertiya herêmên me û gelê me neke. Ev xefik e. Divê kes û rewşenbîrên me yên ku vexwendinên bi vî rengî girtine, nekevin vê xefikê.
Em hêvî dikin ku kes nekeve vê xefikê
Dozek me hete. Em dixwazin Sûriyeyekî demokratîk ava bikin. Ji ber vê yekê îradeya siyasî esas were girtin. Em dixwazin mafên gelên xwe misoger bikin. Divê îradeya gelê Kurd a birêxistinkirî li ber çavan were girtin. Şandeyekî ku wê li ser navê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinan bike heye, şandeyekî ku li ser navê Kurdan hatiye avakirin heye. Eger ku di astekî fermî de têkilî bi van saziyan re were danîn û li ser vê bingehê gav werin avêtin wê pêşketin çêbibe, lê wê tu sûda pêşxistina têkiliyên li ser kesî nebe. Berovajî divê hemû kes, welatparêz û rewşenbîrên me xwe ji vê xefikê biparêzin û em bi hev re xebatê bikin ku em bikaribin mafên xwe di aliyê destûra bingehîn de, bi rêya tifaqên siyasî û fermî bi dest bixin. Berovajî vê çareseriyên kesî an jî tevlîbûnên kesî wê xizmetê ji vê dozê re neke, helwesta me ya hevp Ûar zêdetir qels bike, em hêvî dikin ku kes nekeve vê xefikê.
Li Heleb û Şamê gelek kes hatin girtin
Di rojên dawî de li Heleb û Şamê gelek kes hatin girtin. Ev girtin fikarekî mezin çêdike, heta pirsekî wiha tîne bîra mirov; gelo kiryarên rejîma Sûriyeyê ya berê bi rêbazekî cuda tê dubarekirin? Pirsên wiha di nava gel de gelek tên kirin. Bi qasî ku em jî dişopînin, girtinên heya niha bêsedem hatine kirin. Ji ber Kurdbûna xwe yan jî îdiaya ku bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re dişûxilin têne girtin. Lê hikûmeta derbasbûnê ya Sûriyeyê bi QSD’ê re peymanekî kiriye. Li aliyê din hikûmeta derbasbûnê ya Sûriyeyê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re di nava diyalogê de ye. Xebatên ku hevpar têne rêvebirin hene. Ji ber vê yekê aliyên ku van pêkanînan dikin kijan in? Hikûmeta derbasbûnê divê bi baldarî vê rewşê bişopîne û dawî li vê helwestê bîne. Eger ev helwest dewam bike wê ev rewş rê li ber reaksiyonekî ciddî veke. Ev yek wê xizmetê ji pêvajo û diyaloga ku tê pêşxistin neke. Ji ber vê yekê divê her alî ji aliyê xwe ve helwest û pêkanînên xwe baş diyar bikin û li ser wê bingehê nêzîkatiyê pêş bixin.
Em bang dikin ku kesên hatine girtin demildest werin berdan. Pêkanînên ku têne pêşxistin bêewlehiyê kûrtir dike. Rê li ber fikaran vedike. Dîsa qutbûnên di nava herêman de pêş dixe. Divê dawî li van pêkanînan were anîn û rê li ber wan were girtin. Berovajî vê wê ev pêkanîn îstîkrara siyasî û civkaî ya di navbera gelên Sûriyeyê de bi nerênî bandor bike. Li aliyê din ev rewş wê bibe sedem ku rê li ber were vekirin ku qey pêkanîn û nêzîkatiyên şoven û netewperest ên ku berê li dijî Kurdan hatin pêşxistin û gotinên nefretê yên rejîma BAAS’ê xwe dubare dikin. Ev yek xizmetê ji çareseriya ku tê xwestin li Sûriyeyê were pêşxistin nake.
Pirsgirêka koçberan pirgirêkekî pir girîng e
Tevî ku ji aliyê komîteya Şamê ve soz hate dayîn ku piştî Cejna Qurbanê hevdîtin were kirin jî, komîteya ku ji bo Efrînê hate avakirin hîna dest bi xebatên xwe nekiriye. Her çiqas ji bo destpêkirina van xebatan daxwaz bûn jî, hikûmeta Şamê hîna bersiv nedaye. Ev jî bêguman bandorekî nerênî çêdike.
Pirsgirêka koçberan a li Sûriyeyê pirgirêkekî pir girîng e. Hemû gelê Sûriyeyê û her kesên ku ji cihê xwe hatine kirin, divê di demekî kurt de vegerin cihê xwe. Di serî de gelê Efrîn, Serêkaniye û Girî Spî ku ji cihê xwe hatine kirin û gelê Sûriyeyê yên li deverên din, divê bi awayekî bi ewle vegerin cihê xwe. Heta niha ti gav nehatine avêtin. Pêkanînên tundiyê, girtin, fîdye xwestin û pêkanînên ku kesên vedigerin cihê xwe rûbirû dimînin ku îro hîna li Efrînê dewam dikin, nîşan dide ku hîna dawî li van pêkanînan neanîne. Ev mijarekî fikarê ye. Ji ber vê yekê divê komîteyên ku hatine avakirin, di demekî kin de werin ba hev û ji bo gavên ku têne pêşbînîkirin li Efrînê bêne avêtin û ji bo ewlehî û aramiya jiyanî xebatên hevpar bêne kirin.
Di şert û mercên pir zehmet de dijîn
Di vê mijarê de wê gavên yek alî çareseriyê bi xwe re neyne, ji ber ku bi hezaran kes li vê derê heye, di şert û mercên pir zehmet de dijîn û du caran ji cihê xwe hatine koçberkirin. Berpirsyariyên hikûmeta derbasbûnê ya Şamê di vê mijarê de hene, divê ev gel bi awayekî bi ewle û birêxistinkirî vegerin cihê xwe. Ji ber vê yekê ev mijar wekî pirsgirêkekî bingehîn di rojeva me de ye. Ji ber ku gelê me yê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî îro di gelek şert û mercên zehmet de dijî. Ev yek çareseriyê di demeke kin de neçarî dike. Ev wekî erkekî li ber komîteya ku ji bo Efrînê hate avakirin û komîteya ku girêdayî Şamê hate avakirinye ku dest bi xebatên xwe bikin.
Ji bo ku hemû aliyên Sûriyeyê û her kes bi hev re Sûriyeyekî demokratîk ava bikin, divê berpirsyariyên mezin bigirin. Divê her kes ji bo çareserî û diyalogê bixebite. Divê em hemû ji hemû pêkanîn û helwestên ku vê yekê qels bike, xwe biparêzin.”