Ji Riha û Dîlokê ji bo gava şewitandina çekan piştgirî

  • 09:03 13 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA\DÎLOK- Dayikên ku zarokên wan di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane der barê şewitandina çekan de axivîn û gotin: “Ez wan hembêz dikim. Bila dewlet bi bidûristî gavê bavêje. Ez birêz Ocalan ji vir silav dikim. Wê Pêvajo aştiyê bîne.”
 
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Koma Aştî û Civaka Demokratîk li bejahiya Silêmaniyê herêma şikefta Casenê çek şewitandin û îmha kirin. Bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û  Nedîm Seven komek gerîla ku ji 15 jin û 15 gerîlayan pêk dihat piştî daxuyaniya dan çek şewitandin.
 
Dayikên ku zarokên xwe di Têkoşîna Azadiya Kurd de şewitandin ji ajansa me re axivîn.
 
Ji xwişka Alî Çîçek bo malbatên leşkeran bang
 
Xwişka Alî Çîçek ku yek ji şehîdên dîroka Zindanê ya PKK’ê bû, Ayşe Çîçek da zanîn ku rojek dîrokî bû û wiha got: “Bila êdî kes rondikan nebarîne. Ne malbatên gerîla ne malbatên leşkeran bila êşek wisa nejîn. Gava hatiye avêtin mezin bû. Niha dora dewletê ye. Bang li malbatan dikim. Werin em dest bidin hev. Em dijminahiyê ji holê rabikin.”
 
‘Em hem kêfxweş hem hestiyarin’
 
Xwişka Muslum Kaplan yê di 1995’an de di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dabû, Makbule Yavuzer da zanîn ku ev ji bo gelê Kurd rojek girînge û wiha got: “Em ji bo aştiyê kefxweşin û hestiyarin. Ji ber me di vê rê de gelek şehîd dan. Em naxwazin êdî kes jiyana xwe ji est bide. Çawa PKK’ê gav avêtin bila Tirkiye jî bavêje. Çek nehatin teslîmkirin hatin şewitandin. Ev gavek girînge.”
 
‘Divê Birêz Ocalan azad bibe’
 
Makbule Yavuzer daxuyakirin ku divê dewlet gavê bavêje û wiha domand: “Bila kes negirî.  Çawa Birêz Ocalan banga berdana çekan kir gerîla jî gav avêt. Divê Erdogan bang li malbatên leşkeran jî bike. Aştî wis anabe. Em wekhevin. Divê Abdullah Ocalan azad bibe.”
 
‘Gavê em kêfxweş kirin’
 
Dayika Halîl Kaygusuz yê PKK’î ku di 2018’an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da Halîl Kaygusuz û dayika girtiyê nexweş Şaban Kaygusuz, Durî Kaygusuz axivî û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîrt xist. Durî Kaygusuz wiha got: “Bi salane şer heye. Me bedelên giran dan. Zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Me dîsa jî aştî xwest. bila dayik negirîn. Banga Birêz Ocalan em pir kêfxweş kirin.Ez wek dayikek şehîd û dayika girtî vê têkoşînê pîroz dikim.Bila ji îro şûnde kes jiyana xwe ji dest nede. Ez kesên ku çek berdane hembêz dikim.”