Li Mûşê destdirêjî wek gotin dimîne: Lêkolînek bi bandor tuneye

  • 09:06 15 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Medîne Mamedoglu
 
MÛŞ - Li Mûşê ku destdirêjiya zayendî û êrişên zayendî tenê di gotinê de dimîne, di sê mehên dawî de sê bûyerên destdirêjiya zayendî hatin rojevê. Ji bûyerên hatin jiyîn tenê yek întîkalê qerekolê kir û yên din jî tenê wek gotin û îdia man.
 
Li Mûşê ku pêvajoya dawî de bûyerên destdirêjiya zayendî zêde bûne, di mehekê de sê bûyer hatin jiyîn. Yek bûyerek întîkalê qerekolê kir û du bûyerên din serê wan hat girtin. Li dijî van bûyeran bajar bêdenge û gelek kes van bûyeran ‘me bihist lê em nizanin çiye’ derbas dikin. Herî dawî li gundê Haskoy êrişa zayendî hat jiyîn û her kesî bihist. Hat hînbûn ku Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatî bûyer lêkolîn kiriye lê encamek nehatiye girtin.
 
Malbatê piştgirî nexwest
 
Meha borî li Gimgimê bûyereke ku 6 gumanbar tê de bûn û li hevtemenê xwe destdirêjî kiribû hat jiyîn. Li gundekî 6 zarokî li dibistanê destdirêjî li zarokekî din kirin. Piştî malbatê bûyer bihist, gilî nekir. Zarokên îfadeya wan hat girtin şandin girtîgehê. Zarokê destdirêjî lê hat kirin jî xistin bin parastina dewletê. Hat hînbû ku malbatê gotiye "Bila ev bûyer belav nebe em piştgiriyê naxwazin".
 
Ji ber tirsiya deng nekir
 
Hat hînbûn ku li gundekî girêdayê Mûşê nav malbatê de bûyerek ensest hatiye jiyîn. Hat hînbûn ku zarokek ji aliyê mêrekê malbatê ve destdirêjî lê hatiye kirin, ji ber hatiye tehdîdkirin jî bûyer ji kesî re negotiye. Zaroka ku pirsgirêkên psîkolojîk jiyan, îdia kir ku xwişkên wê yên din jî heman destdirêjiyê dibînin û hat hînbûn ku zarok ji ber tirsê bûyerê ji kesî re nabêjin.
 
Her kes dizane lê bêdengin
 
Herî dawî li navçeya Haskoy bûyerek destdirêjiyê hat jiyîn. Bûyera ku li navçeyê ji mamosteyan bigire heta esnafan her kes dizane mehên borî de hat jiyîn. Li gorî çavkaniyên herêmî, zarokek li navçeyê dijî ji aliyê gelek mêran ve rastî destdirêjiyê hatiye û ducanî maye. Piştî pitik ji ber diçe bûyer li navçeyê belav dibe û Wezareta Malbat û Civakî xwe gîhand xebatkaran. Bi zaorkên re û malbatê re axivîn. Zarokê îdia red kirin û malbatê îdia qebûl nekir. Tê îdiakirin ku zarokên din yên malbatê jî bi heman îstîsmarê re tên rû hev.
 
Çavkaniyek herêmî wiha got: “Malbatê gotin derew e. Ewil piştgirî xwestin piştre gotin em naxwazin. Serê bûyerê girtin. Li dibistanê her kes behsa vê bûyerê dike. Wezaret ket dewerê lê ji ber delîl û îtîraf tunebûn kesî tiştek nekir. Bûyer tenê bi îdiayan ma. Dixwazin bûyer wisa bê veşartin û serê wê bê girtin.”