
‘Divê gava ewil rakirina TMK’ê be’
- 09:03 28 Tîrmeh 2025
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Parêzer Ozum Vurgun der barê pêvajoya hiqûqî de nirxandin kir û got: “Divê beriya her tiştî qanûna TMK’ê bê rakirin. TMK hiqûqa ceza dijmin datîne holê û bi aşkra dikare bê bikaranîn û kes li gorî îdeolojiya xwe dikarin bikar bînin. Ji ber vê divê di serî de ev bê rakirin.”
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 9’ê Tîrmehê de koma ‘Aştî û Civaka demokratîk’ ya ji 30 kesî pêk dihat li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê çek şewitandin. Bi vê bangê re sererastkirinên qanûnî yên ji bo gerîla û girtiyan cihê xwe yê di rojevê de diparêze. Der barê vê de nîqaş didomin û nîqaşên komîsyona divê li meclîsê bê avakirin jî dimeşin.
Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ozum Vurgun der barê komîsyona divê li meclîsê bê avakirin de axivî.
‘Divê dewlet van nirxandinan qebûl bike’
Ozgum Vurgun got nêrîn û şîroveyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo aniye vê nokteyê û wiha vegot: “ Divê ev rewş li Tirkiyeyê bê dîtin. Komara Tirkiyeyê bi gotina Devlet Bahçelî gav avêt. Her tişt girêdayê çarseriya Rojhilata Navîn e. Abdullah Ocalan bi salan bû ev digot. Pirtûk derxist ji gel re aşkera kir. Divê dewleta Tirk van nirxandinan bibîne. Dewleta ku berê nêzî vê nedibû êdî qebûl dike.”
‘Şerên li Rojhilata Navîn aştî ferz kir’
Ozum Vurgun daxuyakirin ku piştî HTŞ’ê Sûriye xistiye bin kontrola xwe aloziya li Rojhilata Navîn derketiye asta jor û got: “Ji ber vê aştî ji bo Tirkiye û welatên din ferz bûye. Di van şertan de aştiya mayînde şert e. Pêvajo bi qebûlkirina Kurdan û hewcedariya bi Kurdan hatiye dîtin destpê kiriye. Dewletên mezin zextê li herêmê dikin. Iraq, Îran, Rojava û şerên li Sûriyeyê. Herêm veguheriye gola xwînê. Pêvajo destpêkiriye jî bi naskirina Kurdan hatiye destpêkirin.”
‘Gel bersiv da banga Abdullah Ocalan’
Ozum Vurgun wiha vegot: “Civakê pêvajo qebûl kir û ev bi têkoşîna salan didome. Têkoşîna çekdarî mîada xwe tije kiriye. Gel bersiv da banga Abdullah Ocalan. Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ gotinên wek ‘têk çûn’ hatin kirin. Bi vê dixwazin pêvajoyê provoke bikin. Gavên dewletê avêtin gel dibîne. Lê bendewarî hîn mezintir e. Rewşa girtiyên nexweş û siyasî hene. Li girtîgehan binpêkirin didomin. Dijûn hene. Piştî pêvajoyê dijûnên tên kirin hene.”
‘Yên dixwazin pêvajoyê provoke bikin hene’
Ozum Vurgun di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Li dijî provokatîfên li girîgehan divê dewlet gavên cidî bavêje. Divê di qanûna ceza de guherîn bê kirin. Divê TMK bê rakirin. Ji bo vê jî divê komîsyonek hebe. Rawestandina provakasyonan wê piştgiriyê bide pêvajoyê. Ev jî bi avakirina komîsyonê pêkan e. Piştî komîsyonê divê elwehiya destûra bingehîn bikeve tevgerê. Divê pêşiya tevlibûna siyaseta demokratîk bê vekirin. PKK’ê gavên mezin avêt. Divê dewlet jî li hember vê bersiva xwe bide.”