Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hevdîtina jinan
- 21:47 1 Tebax 2025
- Rojane
AMED – Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak di hevdîtina jinan a ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk anî de axivî û da zanîn ku ji bo daxwazên jinan guhdar bikin hatine gel hev û got: “Em ê pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin.”
Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Yenîşehîrê li taxa Şehîtlîkê hevdîtina jinan pêk anî. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û gelek jin tevli bûn.
Serra Bucak da zanîn ku ji bo daxwazên jinan guhdar bikin hatine gel hev û balkişand ser girîngiya hevdîtinên jinan. Serra Bucak bi lêv kir ku ji roja hatine hilbijartin xwedî li îradeya xwe û şaredariyên xwe derketine û got ew dixwazin bi jinan re jî pirsgirêkên xwe biaxivin.
Jinan daxwaz û pirsgirêkên xwe anîn ziman.