Ekîn Wan li ser gora xwe hat bîranîn

  • 15:35 10 Tebax 2025
  • Rojane
 
WAN - Endama YJA-Starê Ekin Wan di 10'emîn salvegera kuştina wê de li ser gora xwe hate bîranîn.
 
Di 10'emîn salvegera kuştina endama YJA-Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) de ku di 10'ê Tebaxa 2015'an de li navçeya Gimgima Mûşê hat kuştin, li Goristana Karşiyaka ya Wanê hat bîranîn. Nûnerên MEBYA-DER, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêxistinên parêzgeh û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlamenterên DEM Partiyê Gulderen Varli û Mahmut Dîndar û Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn. Girse bi dirûşmeya "Şehid namirin" ketin goristanê.
 
Parlamenter Gulderen Varli di çalakiyê de axivî û got, "Di şexsê Ekin Wan de, me şahidiya nefreta şîdeta dewleta mêr a li hember gelê Kurd û jinên Kurd kir. Tiştê ku wê rojê derket holê hevkariya sîstematîk a di navbera mêr û dewletê de bû. Heval Ekin Wan bi têkoşîna ku li pey xwe hişt rêya me ronî kir. Ekin Wan ji bo hemû jinan şer kir, wê piştgirî da têkoşîna jinan û pêşengiya wê kir. Dewleta mêr a ku nefreta xwe bi cenazeyê hevala me nîşan da, di hemû qirêjiya wê de winda kir. Têkoşîna ku wê li pey xwe hişt dê rêya me ronî bike û em ê bê guman bi ser bikevin."
 
Bîranîn piştî axaftinê bi dawî bû.