
Li Balikesîrê mirina bi guman a jinekê
- 18:33 14 Tebax 2025
- Rojane
BALIKESÎR - Li navçeya Bandirma ya Balikesîrê jina bi navê Derya Yaşar bi guman ket û jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Bandirma a Balikesîrê jina bi navê Derya Yaşar, li avahiya ku bi malbata xwe re dijiya ji katê sêyemîn de ji şaneşînê de ket û jiyana xwe ji dest da. Piştî kesên derdorê agahî dan ekîbên tenduristî û polîsan hatin cihê bûyerê. Ekîban mudaxaleyê Derya Yaşarkirin û bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bandirmayê. Derya Yaşar li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeya Derya Yaşar ji bo otopisiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Bursayê.