Ji şaredariya Erxeniyê çalakiya ji bo jinan

  • 15:09 24 Tebax 2025
  • Rojane
AMED-  Şaredariya Erxenî di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediyaye, Em ê Bi Hev Re Şîdetê Rawestînin" de çalakiyek hişyarkirinê li dar xist.
 
Çalakiya ku Hevşaredar Birsen Azak Bayar û endamên meclîsa bajêr beşdar bûn, hewldanên hişyarkirinê li dijî şîdeta li ser jinan dihewîne. Broşûrên agahdariyê li ser standên ku li parkê hatine danîn li jin, mêr û extiyaran hatin belavkirin û agahdariya têkiliyê ya saziyên ku ew dikarin di rewşa şîdetê de bi wan re têkilî daynin hate parvekirin.