
Li Qahîreyê forûma azadiyê ji bo Abdullah Ocalan hat lidarxistin
- 17:14 24 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYNA - Li Qahîreyê forûma diyalogê ya bi sernavê “Edaleta nepêkhatî: Dadgeha Ewropî û Mafê Hêviyê yê Ocalan” roja Şemiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hat lidar xistin.
Înîsiyatîfa "Nûn" a ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd roja şemiyê (23`yê Tebaxê) li paytexta Misrê Qahîreyê, bi sernavê "Edaleta nepêkhatî: Dadgeha Ewropî û Mafê Hêvîyê yê Ocalan" bi rêya Zoomê forûmek diyalogê lidar xist.
Forûm ji hêla nivîskar û rojnamevan Reca Hamid Reşîd ve hate birêvebirin. Nûnera Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Abdullah Ocalan Emîna Xidro, parêzerê Misrî Ehmed Receb, Sekreterê Giştî yê Navenda El Farabî ya Lêkolînên Siyasî li Qahîreyê Dr. Muxtar Xebaşî û komek rewşenbîr û siyasetmedar tevlî forûma diyalogê bûn.
Axaftvanan, diyar kirin ku azadiya Rêber Apo ne meseleyeke takekesî ye, meseleyeke mirovî ye ku bi mafên azadîxwaz ve girêdayî ye. Her wiha diyar kir ku doza wî ne tenê doza gelê Kurd e, doza gelek gelên cîhanê û herêmê ye û dan zanîn ku raman û projeya Rêber Apo ya demokratîk bûye îlhama tevgerên siyasî û civakî li herêmê .
Nûnera Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Ocalan Emîna Xidro, tecrîda li ser Abdullah Ocalan û paşguhkirina mafê wî yê hêviyê wekî beşek ji "komploya navneteweyî" ku bû sedema girtina wî, nirxand.
Parêzerê Misrî Ehmed Receb, da zanîn ku doza Abdullah Ocalan doza hemû gelê Kurd, hemû gelên azad ên li çaraliyê cîhanê ye û ji bo naskirina mafê wî yê hêviyê divê zexteke berfireh a gel were kririn da ku hikûmetan neçar bike ku tevbigerin.
Sekreterê Giştî yê Navenda El Farabî ya Lêkolînên Siyasî Dr. Muxtar Xebaşî, doza Abdullah Ocalan, tecrîda li ser wî û mafê wî yê hêviyê wekî dozeke "qanûnî û siyasî" bi nav kir. Xebaşî, da zanîn ku Rêber Apo ne tenê li Tirkiyê, di heman demê de li Sûriyeyê, Iraq û Îranê jî hêviyên gelê Kurd temsîl dike. Xebaşî, girtina Rêber Apo weke "ne qanûnî " bi nav kir û diyar kir ku ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo hewcehî bi biryareke siyasî heye.
Berdevka Înîsiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Ocalan Sewsen Şoman, jî diyar kir ku Tirkiye jî Peymana Navneteweyî ya Mafên Girtiyan îmze kiriye û her çend ev peyman ji Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê bi xwe girîngtir e, lê Enqere bendên wê yên der barê mafên girtiyan de bicîh nayne.
Endama Koordînasyona Jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, got ku xwespartina saziyên navneteweyî bêwate ye. Emîne Omer, da zanîn ku çareseriya siyasî ya ku ji hêla Abdullah Ocalan ve di banga aştiyê de hatiye kirin, rêya rastîn a ber bi çareseriyê ve ye û wiha dewam kir: "Enqere dixwaze destpêkê çareseriyê bicîh bîne û dûv re rewşa Rêbertî binirixîne."
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir ku girtina berdewam a Abdullah Ocalan sûcek li dijî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku doza wî doza hemû gel û civakan e.
Lêkolînera Misrî û nivîskara siyasî Dr. Farnaz Etiya diyar ku mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan "divê were standin" bi rêya avakirina hêzek berfireh a gel, bi taybet di nav Kurdan de. Farnaz Etiye got ku divê mijarê de ji bo ku Tirkiye li gorî qanûnan tevbigere divê zexteke navneteweyî çêbibe.