Li Rêya Armûşê û Şemzînanê atolyayên 25’ê Mijdarê
- 18:51 11 Mijdar 2025
- Rojane
WAN\COLEMÊRG- Li Rêya Armûşê di atolyaya 25’ê Mijdarê de jinan têkoşîna li dijî tundiya civakî û mezinkirina piştevaniya jinan nîqaş kir. Li Şemzînanê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DBP’ê atoleye pêk hat.
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê, Kokmîsyona Jinan û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî atolye pêk hat. Atolye li Navenda Piştevaniya Jinan a ÇIL KEZÎ pêk hat. Hevseroka DEM Partî ya Rêya Armûşê Şevîn Polat û gelek jin tevli bûn.
Civaknas Gurbet Tanişkaya li ser avakirina ÇIL KEZÎ û girîngiya wê ya ji bo jinan sekinî. Gurbet Tanişkaya da zanîn ku navend di alî civakî û psîkolojîk de piştgiriyê dide jinan.
Ji Atolyeya Jîneolojiyê Aynur Sarica jî li ser girîngiya têkoşîna li hember jinan sekinî û wiha got: “Îdiaya me ya jiyanek xweş û adîlane heye û xebatên me didomin. ÇIL KEZÎ encama keda jinê ye. Ji bo pirsgirêkên jinan hat avakirin û xebatên me didomin. Berbi 25’ê Mijdarê tundiya li ser jinan didome. Em bi hev re di 25’ê Mijdarê de dengê xwe bilind bikin.”
Piştî axaftinan jinan pêşniyarên xwe anîn ziman.
Colemêrg
Meclîsa Jinan a Partiyên Demokratîk a Herêman (DBP) di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Şemzînan a Colemêrgê li taxa Karşiyaka
atolyeya rizgariya jinê pêk anî.
Gelek jin tevli atolyeyê bûn û xeta azadiya jinê nirxandin.
Atolyeya ku eleqeyek mezin dît, bi pirs û bersivan bidawî bû.







