KURDÎWAR ji bo jinan derfetan diafirîne
- 09:02 30 Nîsan 2026
- Çand û Huner
WAN - KURDÎWAR, hewl dide ku li Serhedê bibe bîrek. Ligel parastina çand û ziman hewl dide ku ji bo jinan derfetên nivîsandinê biafirîne.
Zimanê Kurdî wekî hebûneke bingehîn ku bîr, çand û berxwedana gelên ku bi sedsalan li herêma Mezopotamyayê jiyane hildigire, girîngiya xwe parastiye. Lê belê, di seranserê dîrokê de, zimanê Kurdî bûye hedefa polîtîkayên înkar, qedexekirin û asîmîlasyonê. Axaftin û nivîsandina bi zimanê Kurdî di gelek serdeman de wekî sûc hat hesibandin. Di vê hawîrdora zordar de, nivîskar û helbestvanên Kurd neçar man ku berhemên xwe an li sirgûnê an jî di bin sansûra giran de hilberînin. Pirtûkên wan hatin qedexekirin, kovarên wan hatin girtin, ew hatin girtin, an jî ji cihên jiyana xwe hatin derxistin. Tevî vê yekê, dildar û parêzvanên zimanê Kurdî di hewldanên xwe de ji bo parastin û hilgirtina zimanê xwe yê dayikê bo pêşerojê israr kirin. Her qedexeyek bi xwe re celebek nû ya berxwedanê anî û xurt kir.
Di 1’ê Nîsanê de li navçeya Tûşbayê ya Wanê bi merasîmekê, Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR) damezrandina xwe ragihand. Hevseroka KURDÎWAR’ê Elîf Gemîcîoglu li ser girîngiya komeleyê rawestiya û bal kişand ser plansaziya pêşerojê ya komeleyê. Elîf Gemîcîoflu, diyar kir ku armanca wan ew e ku nivîskar, helbestvan, lêkolîner, edîtor û wergêrên Kurd di bin sîwanek hevpar de bînin cem hev û got: “Me şaxa xwe ya yekem li Wanê vekir. Armanca me hem zêdekirina hilberîna bi zimanê Kurdî ye û hem jî ronîkirina hewldanên ku berê nehatine kirin e.”
Elîf Gemîcîoglu diyar kir ku, wekî li her aliyên Kurdistanê, li herêma Serhedê jî gelek nivîskar û lêkolînerên Kurd hene û gelek ji wan bi karanîna çavkaniyên takekesî berhemên xwe diafirînin. Elîf Gemîcîoglu destnîşan kir ku hin nivîskar berhemên xwe bi dizî dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek nivîskar û helbestvan nizanibûn nivîs û helbestên xwe li ku derê çap bikin, an jî çawa parve bikin. Ew berhemên xwe bi awayekî serbixwe diafirandin. Me ji ber vê hewcedariyê KURDÎWAR vekir. Şaxa me ya yekem li Wanê dê tevahiya herêma Serhedê temsîl bike."
Endamtiya komeleyê
Elîf Gemîcîoglu diyar kir ku piştî damezrandina komeleyê gelek serlêdan wergirtine û zêdetirî 30 nivîskar û lêkolîner bûn endam. Wê destnîşan kir ku komele ne tenê ji bo nivîskar û lêkolîneran, lê di heman demê de ji bo edîtor û wergêrên Kurd jî vekirî ye û serlêdan hîn jî berdewam dikin. Elîf Gemîcîoglu diyar kir ku ne her serlêder tavilê dibe endam û tekez kir ku hesasiyeta li hember nirxên civakî ji bo endametiyê mifteya girîng e û wiha bi lêv kir: “Kesên ku êrîşî jin, zarok an nirxên gelê Kurd nakin dikarin bibin endamên komeleyê. Serlêdan di civînan de têne nirxandin û biryar li ser wan tê dayîn."
Hevseroka komeleyê Elîf Gemîcîoglu diyar kir ku piştî damezrandinê serlêdanên jinan jî pêk hat û wiha bal kişand ser mijarê: “Gelek jin dikarin bi Kurdî biaxivin lê ji bo nivîsandinê piştgirî hewce dike. Du hevalên me yên jin serî li komeleyê dan û alîkariya hînbûna nivîsandinê kirin. Her wiha hevalên me yên jin hene ku demek dirêj e helbestan dinivîsin. Em ê alîkariya her kesê ku ji bo ziman an nivîsandinê piştgirî hewce dike bikin."
Di komeleyê de xebatên cur bi cur
Elîf Gemîcîoglu, destnîşan kir ku dê di bin banê KURDÎWAR’ê de dest bi xebatên atolyeyan bikin û wiha bal kişand ser xebatê: “Armanca me ew e ku beşdariya ciwanan di warê nivîsandinê de zêde bikin. Her wiha em ê komxebatan li ser mijarên wekî çawaniya nivîsandina romanek bi zimanê Kurdî, helbestên kurdî çawa tên nivîsandin, pêvajoyên amadekirina pirtûkan û kîjan teknîkên wergerê divê werin bikar anîn, organîze bikin. Hevkarên me yên xwedî ezmûn dê zanîn û pisporiya xwe parve bikin. Her wiha em ê bernameyên taybetî ji bo nivîskarên ciwan ên ku nû dest pê dikin amadebikin.”
Ji derfetên dijîtal sûd girtin
Elîf Gemîcîoglu, di axaftina xwe de bal kişand ser derfetên dijîtalê û wiha nêrînên anî ziman: “Em dixwazin ji derfetên dijîtal sûdê bigirin. Niha di rojeva me de ji bo zarokan proje hene. Lê ji bo nasandina projeyan me qadek nedît. Her wiha gelek jin bi sere xwe di hêla zimanê Kurdî de din av hilbêrînê de nin, lê belê cihê ku bi weşîne nîne û hilbêrin ji holê winda dibin. Em dixwazin li herêma Serhedê bîrek pêk bînin. Em ê nivîs, helbest û stranên jinan kom bikin û qeyd bikin.”
Ji bo jinan afirandina derfetan
Elîf Gemîcîoglu, di axaftina xwe de da zanîn ku jin ji ber berpirsiyariyên malê zehmetî dikişînin ku dem ji bo nivîsandinê veqetînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinek, pir caran nikare li malê binivîsine. Bi zarokan re, bi karên malê re û bi mêvanan re mijûl dibe. Zehmet e ku cîhek guncaw bibîne. Lêbelê, niha hevalên me yên jin dikarin rojê çend saetan werin komeleyê û bi rehetî li vir karê xwe bidomînin. Li vir li ser kêmasiyên xwe disekînin û hewl didin ku xwe pêş bixin."
Mezinkirina xebatan
Di dawiyê de, Elîf Gemîcîoglu, bal kişand ser rewşa zarokan û got: “Divê ziman û çand pêşî li malê bên pêşxistin. Gelek zarok nikarin bi kurdî biaxifin. Piştî ku dest bi dibistanê dikin jî bêtir ji zimanê xwe dûr dikevin. Divê her kes ziman, çand û saziyên ku perwerdehiya Kurdî pêş dixin biparêze. Zimanekî me yê pir dewlemend heye, lê têra xwe lêkolîn li ser nehatiye kirin. Werin em zimanê xwe zindî bihêlin, gotaran û helbestan binivîsinin. Bi serlêdana komeleya xwe, em dikarin vê xebatê bi hev re mezin bikin."








