Talîban jinek û zarokek qetil kir
- 18:00 8 Hezîran 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên Talîbanê Sara Yusifî ya 15 salî û diya wê Çîman Huseyînzadeh, qetil kir.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku endamên Talîbanê jina kurd a bi navê Çîman Huseyînzadeh a ji Bukanê ye û keça wê, Sara Yusifî (15) qetil kir.
Li gorî torê, Çîman Huseyînzadeh ku nêzîkî 20 sal berê ji ber bi zilamekî Afganî re zewicîbû, neçar ma koçî gundê Xaldûrî yê navçeya Kohistanatê ya parêzgeha Sar-e Pol bike, bi salan li wir wekî pîrik xebitî. Muftî Mihemedullah, serokê Beşa Hec û Weqfan a Talîbanê li navçeya Kohistanatê, dixwest bi keça 15 salî ya Çîman Huseyînzadeh, Sara Yusifî re bizewice. Di 8’ê Gulanê de, avêtin ser mala malbatê. Dayikê li hember hêzên Talîbanê yên ku dixwestin zaroka wê birevînin, li ber xwe da. Hêzên Talîbanê dayik û keça wê qetil kir.
Endamên Talîbanê yên ku komkujî pêk anîne hatine girtin. Hat ragihandin ku malbata Çîman Huseyînzadeh di 31’ê Gulanê de ji komkujiyê agahdar bûye û merasîma cenazeyê wê di 2’yê Hezîranê de li gundê Kahriz-e Serdar ê Bukanê hatiye lidarxistin.







